Rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade girtiyan

Li Girtîgeha Tarsûsê rêveberiya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê nade girtiyên di greva birçîbûnê de.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAKJ'ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 32'an de berdewam dike.
Li aliyê din binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Tarsûsê pêdiviyên şekir, lîmon û xwê yên girtiyên di greva birçîbunê de nadin wan.
Girtiyê bi navê Vedat Bektaş, bi rêya telefonê agahî da malbatê û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê nade wan. Bektaş, anî ziman ku piştî girtî ketin grevê helwesta rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyan hat guhertin. Bektaş, bang li raya giştî kir û xwest bihisyar bin.