Rêveberiya Çira Tv: Em ê bibin deng û rengê Êzidxanê

Desteya Rêveber a Çira TV êrîşa li hemberî kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir û got: “Çawa ku di şexsê Nûjiyan Erhan de me rastiya fermanê ji cîhanê re ragihand, em ê heta dawiyê bibin deng û rengê Êzidxanê.”

Desteya Rêveber a Çira TV têkildarî êrîşa dewleta dagirker a li ser kedkarên Çapemeniya Azad daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser gelan planên êrîşkarî û dagirkeriyê têne kirin, êrîşa li ser Çapemeniya Azad tesadûfî nîne.

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Çira TV bi vî rengî ye:

Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de li navenda Şengalê bi droneyên bombebarkirî êrîş bir ser wesayîta kedkarên Çapemeniya Azad a Êzidxanê. Di encamê de nûçegihana qenala me ya televîzyonê Çira TV Mediya Hesen Kemal û endamê Çira FM’ê Mirad Mîrza li gel ajokarê wesayîtê Xelef Xidir Osman birîndar bûn. Di dema êrîşê de wesayîta malbatek ji Şengalê jî derb xwar û di encamê de welatiyên bi navê Ziyad Qasim, Mecîd Cemal û zaroka bi navê Zîlan Ziyad Eliyas ya 7 salî birîndar bûn û ew rakirina nexweşxaneyên herêmê.

ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYÊ NE TESADUFÎ YE

Beriya her tiştî em vê êrîşa dûrî exlaqê mirovahiyê şermezar dikin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Di demekê de ku salvegera 10’an a fermanê nêzîk dibe û li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser gelan planên êrîşkarî û dagirkeriyê têne kirin, êrîşa li ser Çapemeniya Azad tesadûfî nîne. Hêz û dewletên dagirker her gava ku dek û dolab li ser gelan gerandin beriya her tişt hewl dan Çapemeniya Azad bêdeng bikin ku kes bi kiryar û sûcên wan nehesin.

EM Ê DI HER ŞERT Û MERCÎ DE RASTIYÊ RONÎ BIKIN

Em ji wê kevneşopiya çapemeniyê ne ku bi berdêlên giran dibin dengê civaka xwe, di her şert û mercî de rastiyê ronî dikin. Çawa ku di şexsê Nûjiyan Erhan de me rastiya fermanê ji cîhanê re ragihand, em ê heta dawiyê bibin deng û rengê Êzidxanê. Êrîşên bi vî rengî tenê dikarin biryardariya me ya li ser pîşeyê çapemeniyê xurtir bike.

Di serî de Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) em bang li hemû saziyên mafê rojnamevan û mirovan dikin ku li ber van kiryarên dewleta Tirk rabin û xwedî li pîşeya pîroz a çapemeniyê derkevin.”