Rêveberên Soderhamnê destek dan gelên Efrînê

Rêxistinên Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Partiya Çep ên li navçeya Soderhamn a Swêdê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar kirin û piştgirî dan gelên Efrînê.

Endamên Partiya Çep ji bo diyarkirina namzetên rêveberiya şaredariyê yên beriya hilbijaritnên herêmî û giştî li hev civiyan, rewşa li Efrînê nirxandin. Di civînê de biryar hate dayin ku piştgiriya bi gelê Efrînê û hêzên YPG/YPJ'ê bê xurtkirin.

Endam û rêveberên Partiya Çep xwe dan ber hev û kaxizên bi nivîsa "Support Efrîn" hildan.

Rêxistina Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Navçeya Soderhamnê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê gefê li hewldanên ji bo aştiya li Sûriyeyê dixwin.

Bang li Tirkiyeyê hate kirin ku li gorî biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî tevbigere û dawî li êrîşên leşkerî yên li ser Efrînê bîne.