Rêveberê DBP'ê Halît Şaşmaz hate destgîrkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Halît Şaşmaz di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Halît Şaşmaz di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Halît Şaşmaz danê vê sibehê di serdegirtina polîsan de hate destgîrkirin.
Şaşmaz ê li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê dimîne, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala wî. Deriyê mala Şaşmaz hate şikandin û hate destgîrkirin.
Şaşmaz birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Edeneyê.