Reuters: Pêwendiyên Omer Guney ên bi Tirkiyê re tespît bûn
Reuters: Pêwendiyên Omer Guney ên bi Tirkiyê re tespît bûn
Reuters: Pêwendiyên Omer Guney ên bi Tirkiyê re tespît bûn
Di çarçoveya lêpirsîna komkujiya sê şoreşgerên jin ên Kurd a li Parîsê de hat ragihandin ku pêwendiyên kujer Omer Guney ên bi Tirkiyê re tespît bûne. Li gorî ajansa Reutersê Guney beriya bûyerê, li gel çûn û hatina Tirkiyê bi dehan caran bi telefonê pêwendî bi Tirkiyê re daniye.
Di nûçeya bi îmzeya Nîcholas Vînocûr de, der barê Komkujiya Parîsê de agahiyên nû hatin dayîn. Vînocûr ragihand ku polîsên Fransayê delîlên li ser pêwendiyên kujer Omer Guney ên bi Tirkiyê re, berhev kirine.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku çavkaniyên polîsan dê serlêdaneke nû li Dadgeha Sûlh a li dosyayê dinêre, bikin. Reuters diyar dike ku bi vê yekê re dê dosya derkeve asteke nû. Hat bibîrxistin ku parêzerekî dosyayê dişopîne ragihandiye ku Guney çend meh beriya komkujiyê sê caran çûye Tirkiyê û bi dehan caran bi telefonê pêwendî daniye.
Reuters da xuyakirin ku Wezareta Edaletê ya Tirk yekser nexwestiye hevkariyê bike û destnîşan kir ku pirsa bingehîn a malbatên qurbaniyan û parêzerên wan li bersiva wê digerin; kê fermana komkujiyê daye ye.
Vînocûr anî ziman ku polîsê Fransayê piştî ku li 30 dîmenên vîdeo temaşe kirine di demeke kurt de Guney zevt kirine û diyar kir ku DNA ya qurbaniyekê di parkeyeke Guney de hatiye dîtin.
Li gorî nûçeyê Guney hînê îdîa dike ku bêguneh e û parêzera Guney Anne Sophîe Lagûens jî dibêje di mejiyê Guney de tumor heye û ji ber ku îmkanê dermankirina wî li girtîgehê nîne dixwaze bi şert were berdan.
Lagûens der barê serdanên Guney ên li Tirkiyê de jî anî ziman ku ew li benda agahiyên ji Tirkiyê werin e. Parêzer Laûgen îdîa kir ku Guney ji bo ji xwe re jinekê bibîne çûye Tirkiye û alîkariya sosyal (bêkarî) ya dewletê bilêtên çûn û hatinê kiriye.
Ji parêzerên aliyê Kurd Antoîne Comte da xuyakirin ku lêpirsîna Fransayê agahiyan ji hevkariya navneteweyî nagire, bi tenê agahiyan ji nûçeyên di çapemeniyê de werdigire.
Reutersê ragihand ku çavkaniyên polîsan der barê aktîvîteyên dawî yên Guney de ji Tirkan agahî xwestine lê belê Tirkan der barê kesayetiya Guney de agahî dane û destnîşan kir ku delîlên nû dikare agirbesta navbera PKK û dewleta Tirk de bixe xeteriyê.
Parêzerên dozê rexneyê li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dikin ku bi têrkerî hevkariyê nakin. Di nûçeyê de her wiha bi siparteya çapemeniya Tirk tê ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li rê û rêbazên anîna kesê li derveyî welat sûc kiriye û darizandina wî ya li Tirkiyê lêkolîn dike.
Di nûçeyê de hat gotin ku bi du delîlên li dosyayê hatin bicihkirin re, têkiliya Guney a bi hin kesên li Tirkiyê re hatiye îspatkirin û tê ragihandin ku Guney di mehên Tebax, Cotmeh û Kanûnê de 3 caran çûye Tirkiyê, bi yek ji 5 telefonên Guney li pêwendiyên wî yên li Tirkiyê hatiye gerîn. Li gorî nûçeya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên polîsan, bi vî telefonê re di mehên Tebax, Cotmeh û Kanûnê de bi dehan caran telefonî Tirkiyê hatiye kirin.
Tê gotin ku qeydên axaftinên bi telefonê yên Guney 5 meh piştî girtinê yanî di meha Tîrmehê de li dosya lêpirsînê hatiye zêdekirin. Tê destnîşankirin ku eger di van axaftinan de ji pirsa ka Guney bûyer pêk aniye yan na bersiveke erênî were dîtin, dê were alîkariya wî ya ji derve bê zelalkirin. Lê belê li gorî parêzer Antoîne Compte bêyî alîkariya Tirkiyê detay nikarin werin kontrolkirin.
Ji parêzerên aliyê Kurd Jean-Loîs Malterre dibêje, "Ji bo navbeynkar bên tespîtkirin, destûra dadgerekî Tirk pêwîste."
Parêzer Comte got, "Mehek piştî girtina Guney, polîsên antî-terorîst ên Fransayê wesayîta Peûgeot ku di roja kuştinê de hat kirêkirin, ji nû ve lêkolîn kirin. Ev lêkolîna duyemîn a polîsan bû. Di encama lêkolînê de li pişt radyoya wesayîtê pasaporteke hatibû veşartin, hat dîtin. Di pasaportê de mora sê rêwîtiyên Tirkiyê hebû. Her wiha fatûra paqijiyê ya çend roj piştî bûyerê, hatibû veşartin."
Ji ber vê yekê li gorî Comte, dema Guney hat girtin polîsan nîvê agahiyan ji nedîtî ve hatine. Comte rexne kir ku ev fatûra mijara gotinê jî mehek piştre li dosyayê hatiye zêdekirin û destnîşan kir ku lêpirsîna destpêkê ya Guney li ser PKK'ê hatiye meşandin.
Li gorî ajansê, polîsan der barê pirsên çima delîl bi derengî li dosyayê hatin bicihkirin de, ti bersiv nedan. Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser mijara PKK'ê jî ji ber ku Guney xwe weke endamekî PKK'ê daye naskirin, hatiye meşandin. Ev îdîaya Guney ji aliyê rayedarên PKK'ê ve yekser hatibû derewandin.
Daxwaza alîkariya huqûqî ji Tirkiyê jî, dê ji aliyê dadger Jeanne Duye ve bê kirin. Dadgerê şaxê antî-terorê Duye, komputera wî ya "dosyayên hesas" tê de bû roja 25'ê Îlonê hatibû dizîn.