Rêjîma Sûriyeyê bi fuziyan êrîşî navçeya Til Hemîs dike
Rêjîma Sûriyeyê bi fuziyan êrîşî navçeya Til Hemîs dike
Rêjîma Sûriyeyê bi fuziyan êrîşî navçeya Til Hemîs dike
Artêşa Azad bi armanca bestxistina navçeya Til Hemîs êrîşî bajêr kir. artêşa rejîma Sûriyeyê jî ji doh êvarî de navçeya Til Hemîs topbaran dike.
Komên çekdar ên Artêşa Azad û çekdarên Cebhet Elnesra, êrîşî navçeya Til Jemîs kirin û hewldan ku bajêr bixin bin kontrola xwe. Li dijî vê êrîşan hêzên artêşa Sûriyeyê bi fuziyan bajêr topbaran kir. Di encamê de şêniyên bajêr dest bi koçakirina komî ya ber bi gundên derdorê kirin.
Her wiha nûçegihanê ANF'ê diyar kir ku di encama topbaranê de ziyan aborî gihiştine gundê Mencîriyat Umrî, Şore û Til Xezal ên şêniyên wê kurd in. Hin welatî birîndar bûne.
Navçeya Til Hemîs 40 kîlometrî başûrê rojhilatî Qamişlo ye dikeve Herêma Cenûb Elred ku piraniya şîniyên wê Erib in. Derdora 35 kîlometirî dûrî sînorê Îraqê ye.