Rejîma Îranê li kurdekî ceza birîn

Rejîma Îranê li kurdekî ceza birîn

Li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê kurdê bi navê Suleymanî Mahmudî ku pirtûkxaneya wî hebû rastî cezayê girtîgehê hat.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin Suleyman Mahmudî yê 35 salî, ji ber cezayê girtîgehê ku berê girtibû, di 16’ê mijdarê de ji aliyê dadgeriya înfaza ceza ve hate girtin.

Mahmudî havînê ji aliyê elemanên îstîxbaratê ve hatibû girtin û 7 meh ceza lê hatibû birîn. Mahmudî bi hinceta ku  bi partiya kurd re hevkariyê dike tê sûcdarkirin.