Rejîma Îranê du helbestvan girtin

Rejîma Îranê du helbestvan girtin

Piştî hilbijartina Tîrmehê ku Hasan Ruhanî ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin şûnde rejîma Îranê ku li aliyekî darvekirin zêde kirin û tûndiyên li ser nivîskar, rewşembîr û hunermendan jî zêde kirin.

Helbestvanên Îranê ku demeke winda ne û ti agahiyek jê nayê girtin Fateme Ekhtesarî û Mehdî Moosavî hat hînbûn ku hatine girtin û rêkirine Girtîgeha Evîn a Tahranê. Dema ku Ekhtesarî û Moosavî di meha Kanûnê de xwestin biçine Tirkiyê, derketina wan ya ji dervey welat hate qedexe kirin û dest danîne ser pasaportên wan. Hat ragehandin ku heya 24’ê Kanûnê ti agahiyek ji wan ne hatiye girtin.

Ekhtesarî yek ji 6 jinên ku beşdarî Festîvala Şîîran a Îranê ku di 2-4’ê Îlonê de li bajarê Swêdê Goteborgê hate li darxistin bû.

Ekhtesarî ku weke parêzvana mafê jinan û feminist tê nasîn di vegera Swêdê de li Tahranê hate binçav kirin û bi saetan hatiye lêpirsîn kirin û xistine di bloggu yê de.

Federasyoan Nivîskarên Swêdê û kuluba PEN’a Swêdê daxuyaniyekî hevbeş dan û girtina Ekhtesarî û Moosavî protesto kirin û xwestin ku girtiyên rewşembîr û polîtîk yên li girtîgehên Îranê têne girtin kêliyek ji a din zûtir pêwiste bêne berdan.

22 rewşembîrên Swêdên yên ku dinava wan de nivîskar û helbetvan jî heyîn di meqeleya Rojnameya Aftonbladet a ku 820 tirajane diyar kiriye ku bê sedemek bê nîşan kirin Ekhtesarî û Moosavî bi şeklekî ji raya giştî veşartî hatine girtin. Bal hate kişandina ser ku gelek girtiyên di girtîgehan de nekarîne agahiya girtina xwe bidiben malbatên xwe.