Rejîma Baas taxên Kurdan da ber topan
Rejîma Baas taxên Kurdan da ber topan
Rejîma Baas taxên Kurdan da ber topan
Li taxa Şêxêmeqsûd a Helebê di encama topbarana rejîma Baas de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan, gelek kes birîndar bûn. Di heman demê de topek li dibistana Yûnis Sebawî ya taxa Eşrefiyê ket, 2 zarok bi giştî 3 kes li vir birîndar bûn.
Rejîma Baas taxên Kurdan ên li Helebê îro da ber topan. Topek ku li kolana Bîstan a Şêxmeqsûd ket û 5 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Di encamê de ziyaneke mezin gihişte malên welatiyan. Di heman demê de topeke li dibistana Yûnis Sebawî ya taxa Eşrefiyê ket, li vir jî 2 zarok û endameke hêza asayişê birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmê topbaran ji taxa Sebîl ku navenda leşkeriya Henano pêk hat.
Navê kesên ku jiyana xwe jidest dan ev in: Ehmed Yûsif Betal di sala 1960' an de li gundê Kaxira ji dayik bûye, Ebdul Rehman Şêxo Axa Safonî di sala 1955'an de li Efrînê ji dayik bûye, Mihemed Zirêq Dîbo di sala 1982'an de li gundê Baqid Edes a Kefer Hemra ji dayik bûye, Hesam Ebdilletîf Ereb yê 30 salî li Biniş a Îdlib jidayik bûye û Zozan Letûf Nime ya 35 salî li Bab a Helebê ji dayik bûye.
Her wiha navên birîndaran jî ev in: Ebdul Rehman Mistefa, Hesen Reşo yê (11), Emar Ereb (30), Riyad Hecî Memo (34), Çiya Ebdul Rehman Reşîd di sala 1985'an de li gundê Feqîra jidayik bûye, Mihemed Ebdo Îso yê 50 salî li gundê Feqîra ji dayik bûye, Dankezî Mehmûd Hereb yê 11 salî li gundê Ser yencik e, Huda Îsa Çerxê ya 13 salî ji gundê Selqîn a Îdlibe.
Herwiha rejîma Baas bi topan êrîşî dibistana Yûnis Sebawî ku koçberên ji taxa Selahedînê tê de bi cih bibûn, kir û di encamê de 2 zarok û endameke esayişê birîndar bû. Topbaran nêzî noqteya asayişê ya kontrolê pêk hat. Nevê kesên ku li vir birîndar bûn jî ev in: Zaroka yek salî Beyan Ehmed û birayê wê Ebdil Hadî Ehmed ê 12 salî, endamê asayişê Cemal Bîlal Horo yê ji gundê Kefer Rom. Birîndaran rakirin oçaxa tenduristiyê a Şêxmeqsûd.