Reberê Jîrkiyan: Ji bo aşitiyê em ê tişta dikeve ser milê me bikin

Reberê Jîrkiyan: Ji bo aşitiyê em ê tişta dikeve ser milê me bikin

Yek ji eşîretên herî mezin ên herêmê Jîrkî ku salek piştî PKK’ê ya 1984’ê dest bi têkoşîna çekdarî kir, bû cerdevan piştgiriyeke tam da pêvajoya aşitiyê. Ji rêberên eşîretê Cemîl Oter got: “Bi dehan kes ji eşîreta me tevlî PKK’ê bûne. Em amade ne wana hembêz bikin, hev helal bikin, bila êdî aşitî bê herêma me.”

Yek ji eşîretên Kurd ên ku destpêkê dest bi cerdevaniyê kirin ku eşîreta Jîrkî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê ye.  Ji rêberên Jîrkiyan Cemîl Oter got ku ew destekê didin pêvajoya aşitiyê. Oter da zanîn ku ew bi vê pêvajoyê re rehet bûne û got ku wî ji sala 1985’ê û vir ve çek girtiye.

Oter got: “Hêviya gelê herêmê, hêviya her kesê aşitî ye. Kî dê aşitiyê pêk bîne? AKP û Abdullah Ocalan dê pêk bînin.  Piştî ku di navbera van her duyan de lihevkirinek çêbû, ez ji Xwedê hêvî dikim ku tu pirsgirêk çênabin” û got ku ew piştiriya pêvajoyê dikin.

Oter da zanîn ku ew dixwazin raboriyê ji bîr bikin û dest bi jiyaneke nû bikin û destnîşan kir ku piştî destpêkirina pêvajoya di nava cerdevanan de nezelaliyekê dest pê kiriye û got: “Niha dahatûya cerdevaniyê li hewayê ye. Dewlet cerdevanan weke berê naberde. Em ne li bedan vê yekê ne. Dewlet û hûkûmet çareyeke jêre bibîne.”

Oter got: “Tenê li Elkê gelek zozanên me hatine valakirin. Li gundê Pertavinê Kiremêrgezêr, Gelîk, Bêşkêra, Şexlêr, Kumir,  li Besta  Zorava, Qotnis, Kolekê, Besta Sêvê, li  Çemêheskê Berkevir, Halê, Meydan, Meydan Kolya, li Çemanê  Kanîbihar, Xwergurîya, li Kespiyanîş  Zerîna, Karoxtê  hemû vala bûne.”

EM DESTEKÊ DIDIN PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ

Oter diyar kir ku ew pêvajoya muzakereyan a ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin erênî dibînin û got: “Birêz Serokwezîrê me got ‘em li ser pişta kêrê ne, em ji bo vê jî bi biryar in’. Wî destê xwe xistiye bin kevir. Em bi wî re laşê xwe jî dixin bin keviran. Dûayên me ji bo hukûmet, serokwezîr û kesên ku aşitiyê pêk tînin in.Ji bo aşitiyê çi bikeve ser milê me em amade ne bikin.”

Oter destnîşan kir ku CHP û MHP pirsgirêkê weke “teror” û “terorîzm” bi nav dike û bi nêrîneke ewlekariyê li pirsgirêkê dimeyzînin û got: “Gelo CHP û MHP qet ji xwe napirsin ka çima ev pirsgirêk hatiye vê astê? 30 sal in pevçûn didomin. Evdeke Xwedê ji wan hat li vir rûnişt? Vana dîtin? Ma qet gotin ‘ka çima ev pirsgirêk hatiye vê astê?’, gel qet gotin çima çek hildane? Ji ber polîtîkayên înkarê yên heta niha pirsgirêk gihişt vê astê.  Tenê daxwazek me heye ku em weke berê bira bijîn. Ger înkar tune bûna ev jî çênedibûn.”

Oter bi bîr xist ku Kurd ne li pey dewleteke serbixwe ne û got ku jiyaneke birayetî diwazin û got: “Kurd bêyi cûdakarî hebe, dixwaze bi awayeke wekhev bijîn.”

PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BILA BIBE QANÛNÎ

Ji rêberên Jîrkiyan Ceml Oter binê wê yekê xet kir ku ji bo pêkhatina aşitiyê gelek tiştên ku divê bên kirin hene û xwest pêngavên ku divê bên avêtin, bibin qanûnî.

Oter got: “Mînak TRT Şeş heye. Lê heta niha nebûye qanûnî. Em dixwazin bibe yasayi. Zimanê Kurdî, xwendin û perwerdeya bi Kurdî divê bibe qanûnî. Divê perwerdeya bi zimanê zikmakî bibin qanûnî. Evane ne tiştên nikarin pêk bên in. Divê rayedar vana bifirin. Divê dewlet sibê qanûnek derbixe û bêje ‘her kes dikare bi zimanê xwe bijî. Dê pir xweştir bibe.”

Oter diyar kir ku piştî sîstema cerdevanî di navbera wan û PKK’ê de pevçûn çêbûne û diyar kir ku ji her du aliyan jî windahî çênbûne. Oter wiha domand:

"EM HEV DU EFÛ BIKIN"

"Xwedê ji me re dibêje li hev biborînin. Ji nebin sedema kînê, nefretê, rijandina xwînê. Kuştina mirovekî ji xirabkirina cîhanê mezintir e. Em ji çapemeniyê dibînin. Apo name şandine. Gotina wî ya sêyemîn ev e: ‘Em hev du efû bikin, ji hev hez bikin, nebin alîgirên kîn û nefretê’. Em tevlî vê yekê dibin. Ger em ê dahatûyeke nû ava bikin, divê em dozên berê, kîn û nefretê ji bîr bikin.

Ez bi navê eşîreta xwe diaxivim. Em amade ne ku dozên berê ji bîr bikin û em weke wucudekê hev du hemzê bikin. Em ne raboriyê, divê em siberojê bifirin. Bila tu kes dubendî nexe navbera me. Ger hinek bixin navbera me ew ê zerar bikin. Em amade ne ku dest ji dozên berê berdin û hev du hembêz bikin. Em weke eşîret vê yekê dibînin. Me bi PKK’ê re şer kir. Em çûn operasyonan. Ji her du aliyan jî mirin. Lê ew roj cûda bû, îro cûda ye. Em amade ne ku vana ji bîr bikin û niha hev du hembêz bikin.

"EM LI DIJ PROVAKASYONAN AMADE NE"

Oter diyar kir ku li herêmê hejmara aşitxwazan bi awayeke zêde piranî ye û got ku rêjeya kesên ku aşitiyê naxwazin jî tenê ji sedî 5 an jî 10 e.  Oter diyar kir ku ji bo pêkhatina aşitiyê û ji bo di vegera gerîlayan de tu provakasyon çênebe, ew amade ne ku tişta dikeve ser milên wan bikin.