Rayedarên Belçîkayê mîtînga MHP’ê betal kir
Rayedarên Belçîkayê, bi hinceta “ewlekariyê” mîtînga MHP’ê ya dihat plankirin ku li bajarê Anversê lidar bixin, betal kir.
Rayedarên Belçîkayê, bi hinceta “ewlekariyê” mîtînga MHP’ê ya dihat plankirin ku li bajarê Anversê lidar bixin, betal kir.
Serokê Şaredariya Anversê Bart de Wever, bernameya MHP’ê ya ku dihat plankirin ku roja Înê lidar bixe, betal kir. Di daxuyaniya bi rêya berdevkê De Wever hate dayîn de, wiha hate gotin: “Eger ku gomaneke cidî ya ji bo ewlekarî û aramiya civakî hebe, civîna li ser malê taybet jî bê lidarxistin, tê betalkirin.”
Berdevk, diyar kir ku metnekî ku civînê betal bike û qedexeyê bide nîşandan jî wê bişîne.