Di 25'ê Nîsanê de dewleta Tirk li Şengalê êrîşî hêzên YBŞ û HPG'ê, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî biryargeha YPG-YPJ'ê ya li Qereçoxê kir. Bandora van êrîşên bi balafirên şer hate kirin, li qada neteweyî, herêmî û navneteweyî dewam dike.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got, "Me agahî da PDK û Birêz Barzanî" bala her kesî çû ser PDK'ê û rêveberiya PDK'ê. Îstixbarata PDK'ê, Wezareta Pêşmergeyan û rayedarên hikumetê, hebûna PKK'ê ya li Şengalê weke berpirsyarê êrîşê nîşan dan. Li gorî vê zîhniyetê, hêzên dagirker ên êrîşî axa Kurdistanê kirin ne berpirsyar in, lê hebûna Kurdan a li Kurdistanê berpirsyar e. Li gorî vê zîhniyetê, di komkujiyên 1925-1938'an de dewleta Tirk ne sûcdar e, lê Şêx Seîd û Seyîd Riza sûcdar in. Li gorî heman zîhniyetê di Enfal û Helebçeyê de rejîma Baasê ne sûcdar e, lê Talabanî û Mesûd Barzanî sûcdar in. Li gorî vê zîhniyetê, di hilweşandina Mahabadê û komkujiya li wir de rejîma Îranê ne berpirsyar e, Qazî Mûhammed berpirsyar e. Dîsa li gorî vê zîhniyetê, di Komkujiya Qamişloyê de rejîma Esad ne berprisyar e, lê Kurdên Rojava ku daxwaza azadiyê dikirin berpirsyar e.
Hem êrîşên dewleta Tirk, hem jî gotinên PDK'ê ku bû palpişt ji êrîşên dewleta Tirk re û hebûna PKK'ê weke berpirsyar nîşan da, di nava raya giştî ya Kurdan û rêxistinên Kurd de rê li ber hêrs û nerazîbûneke mezin vekir.
Gelekî hate nivîsandin ku dewleta Tirk amadekariyê ji êrîşên bi vî rengî re dike, amadekariyê ji operasyonên hewayî û bejahî yên li dijî Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gelek agahî û belge hatin weşandin, ku planên sûîqesta li dijî rêveberiya PKK'ê tê kirin. Di çapemeniyê de jî hate weşandin, ku dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare vê bike, rêveberiya PDK û îstîxbarata PDK'ê amadekariyên ji operasyoneke bi vî re dikin, bi dewleta Tirk re îstîxbarat parve kirine û Mesûd Barzanî bi xwe bi lîderê eşîrên Kurd ên Başûrî û rûspiyên Êzidiyan re civînên 'li dijî PKK'ê şer bikin' lidar xistin.
ARMANCA XWE ÇI YE?
Gelê Kurd û raya giştî dipirse, ku çima PDK helwesteke bi vî rengî nîşan dide. Helwesta PDK'ê ji aliyê hin derdoran ve 'nayê fêhmkirin' tê dîtin. Teger, partî û rêxistinên li çar parçeyên Kurdistanê dixebitin, li ser hin daxwazan digihêjin hev, qet nebe li şûna ku bi hêzên dewletên dagirker re tevbigerin, hewl didin xwe nêzî partiyên Kurd bikin. Di rewşeke bi vî rengî de çima PDK û hêzên pê ve girêdayî qedera xwe ewqasî bi mêtîngeriya Tirk ve girê dane û berê xwe ji partî û gelê Kurd zîvirandiye? Kîjan hêz an jî nêrîn, kîjan polîtîka ya jî stratejî/taktîk PDK'ê ber bi helwestek wiha dehf dide? PDK, ku tevî nerazîbûna mezin a gel jî çavên xwe ji hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê digier, çima ji hebûna PKK'ê ewqasî aciz e?
Dibe ku ev pirs di hişê hemû Kurdan (yên deng didni PDK'ê jî di nav de) de ne.
Ji bo van pirsan, nepêkane ku bersiva 'hesabên partiyî yan jî desthilatariya eşîrî' ya jî 'têkiliyên berjewendiyên aboriyê' were dayîn. Divê sedemên gelekî girîng û kûr hebin, ku PDK'ê ber bi helwesteke wiha ve dehf dide.
Ji bo bersiv ji van pirsan re were dayîn, pêwîste mirov bibînin bê felsefeya damezrandinê ya Partî Demokratî Kurdistan (PDK) çi ye, armancên xwe çi ne, xwe dispêre kîjan hêzan û heta niha li Kurdistanê bi kîjan rolê rabûye.
Eger bê gotin, ku PDK partiyeke Kurdistanî nîne, wê gelek kes û derdora nerazîbûnê nîşan bide. Lê belê di beşên pêş ên nivîsê de wê were dîtin, ku PDK ji bo sekn û nasnameya Kurdê serbixwe were tasfiyekrin, di salên 1925'an de hatiye amadekirin û di sala 1945'an de hatiye damezrandin. Bi êş jî be divê were destnîşankirin, ku berjewendiyên PDK û rêberê wê, ji dervehiştina meyl û xeta azadiyê ya Kurd derbas dibe. Ev rêxistinbûna navborî, çiqasî karibe vê bike, wê ewqasî jî hebûna xwe biparêze. Helwesta ku PDK nîşan dide, ji bilî qanûna 'bicihanîna fermanê' tiştek nîne.
Dema ku mirov li felsefe û rêveçûna PDK'ê binêrin, wê were dîtin, ku pêwîste PDK ber bi xeteke demokratîk û Kurdistanî ve were kişandin, lê belê tevî vê pêwîstiyê, gelekî zehmet e ku ev pêk were. Di rewşa heyî de, (ji helwesta li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur, li dijî hebûna PKK'ê ya li Şengalê, li dijî PJAK a li Rojhilatê Kurdistanê û li dijî Şoreşa Rojava tê fêhmkirin) ku siyaset û lîderiya PDK'ê li şûna naskirina hêzên azadiyê, dixwaze wan tine bike. Ev jî radixe pêş çavan ku PDK û lîderiya wê dûrî armanca lihevkirineke demokratîk e. Lewma tenê dibetiyek li holê dimîne, ku piraniya Kurdan naxwaze vê yekê bibîne; şer. Bûyerên ku diqewimin, roj bi roj vê dibetiyê derdixîne pêş.
Ji ber vê yekê, bendewariyek ji PDK'ê ji bo berjewendiyên neteweyî wê hêviyeke xweşbîn be. Lê helwestek berevajî vê yekê, xweş li felsefeya damezrandinê ya PDK'ê tê. Dema mirov li helwesta PDK'ê ya ji dema damezrandinê û heta niha li çar parçeyên Kurdistanê nîşan daye binêre, ev rastî derdikeve holê. Di analîza xwe ya li ser vê tespîtê de em dixwazin kronolojiyekê bikin û siyaseta roja îro ya PDK'ê hinekî din bidin fêhmkirin.
Mirov dikarin PDK'ê bişînin rewşa CHP'ê ya di dema damezrandina TC de. Çawa ku piştî belavbûna Osmaniyan Mûstafa Kemal û hevalên wî di berdêla dayîna Balkanan, Ege, Derya Spî, Mûsil-Kerkûkê de bi komareke mînîmalîst razî bûn, PDK jî di berdêla destberdana ji Kurdistanê de, ji dewleteke biçûk a Başûrê Kurdistanê re xwe razî dike. PDK, hê di dema damezrandina xwe de bi hêzên emperyalîst re peymaneke bi vî rengî îmze kiriye. Li Anatoliyê, neteweperestiya Tirkê Spî çawa afirî, mirov dikare bêje ku neteweperestiya Kurd a Başûrê Kurdistanê jî (mirov dikare weke neteweperestiya Kurdê spî jî bi nav bikin) bi taybetî bi rêya malbata Barzanî hatiye afirandin.
Hêzên emperyalîst ku ji aliyekî ve di serdema 1925-1940 de Kurd qetil dikirin, li aliyê din jî qîma xwe bi parçekirina bi zorê ya 1926'an a Kurdistanê neanîn û vê carê bi rêya parçeyê li Irqê, bingeha neteweperestiya Kurdê spî danîn, ku vê yekê di pozîsyona rizgarker de nîşan bidin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê rewşê weke 'Çawa ku CHP'ê netewe-dewleta Tirk afirand, bi Kurdan re dewleteke biçûk a netewe hatiye afirandin' bi nav dike.
Piştî ku Alîkarê Mahmûd Berzencî Refîk Hîlmî di sala 1939'an de li Silêmanî rêxistina bi navê hêvî ava kir, bingeha PDK'ê hate danîn. Di sala 1943'an de li dijî rêveberiya Iraqê serhildan hate kirin, lê belê artêşa Iraqê ya destek ji Îngilîzan digirt, dest bi êrîşê kir û serhildana bi pêşengiya Barzaniyan tepisand. Piştî vê têkçûnê, di Mijdara 1945'an de Mûstafa Barzanî tevî 10 hezar pêşmergeyên xwe xwe li îranê girt. Li vê derê rêxistina Rizgarî ava kir, ku baskê Kurdistana Iraqê ya Komela (Komelayî Jiyanaweyê Kurdistan) bû. Hêvî piştre dawî li hebûna xwe anî û tevlî nava Rizgarî bû.
Rizgarî û rêxistinên din ên Kurd, ku di 22'ê Çileya 1946'an ji îlana Komara Kurd a Mahabadê cesaret girtin û di 16'ê Tebaxa 1946'an de Partî Demokratî Kurdistan-Iraq ava kirin. Ji bo sekreteriya giştî jî Mûstafa Barzanî hat hilbijartin. Ji sala 1979'an û vir ve kurê wî Mesûd Barzanî vê partiyê bi rê ve dibe.
RAPERÎNA 1961'Ê
Piştî raperînên Kurdan ên bi pêşengiya beg û şêxan di salên 1920'î de rû dan û hatin têkbirin, PDK'yên di salên 1945'an de hate ragihandin xwe weke partiyên hemdem binav kirin. Piştî darvekirina Qazî Mûhammed, weke fîgurê pêşeng Mûstafa Barzanî derket pêş. Piştî rola xwe ya li Mahabadê (Mûstafa Barzanî li vê derê rayedarê leşkerî ye), çû Yekîtiya Sowyetan, piştre di sala 1958'an de piştî Şoreşa Iraqê vegeriya. Tevî ku şensê lihevkirina bi Iraqe re hebû, ji ber ku konjontura navneteweyî jê re ne guncaw bû, PDK'ê bi desteka çekan a Îngilîstan û Tirkiyeyê, di sala 1961'ê de li dijî Baasê dest bi şerk ir. Lihevkirina 1964'an jî PDK gihand radeya parçebûnê.
Ji salên 1940'î heta sala 1965'an, ji ber hikumraniya partiyekê û zilma rejîma Baasê, siyaseta Başûrê Kurdistanê nekarî xeteke serbixwe bafirîne. Di pêvajoya ku weke bûyera 'Aş-Betal' tê binavkirin de, pêşengiya Îbrahîm Ahmed û Celal Talabanî li dijî lîderiya Mûstafa Barzanî dest bi mûxalefetê kir, ji Îranê destek girt û di sala 1975'an de YNK (Yekitî Niştimanî Kurdistan) ava kir. Piştî vê qutbûnê, têkiliyên anvbera PDK a destek ji Tirkiyeyê digirt û YNK a destek ji Îranê digirt, ji ber bandora hêzên derve bi rengekî tengazar û aloz meşiyan.
Her du hêzan, piştî sala 1975'an de bi rengekî du baskan bi hêzên hegemonîk (DYA, Îngilîstan, Îsraîl, Îran û Tirkiyeyê re) têkilî xurt kirin û ber bi netewe dewleteke federal ve gav avêtin. Ji ber ku tevgera neteweyî ya Kurd a modern nehat afirandin, çîna serdest a Kurd, bi rêbaza xwe ya avabûnê re (nokerî), tevgeriya û ev taybetmedî, zîhniyet û helwesta xwe gihand roja îro.
Li parçeyên din ên Kurdistanê jî dûvikên PDK'ê hatin avakirin. Dûvikên PDK'ê yên li Bakurê Kurdistanê, di sala 1959'an de weke Doza 49'an, piştre jî di sala 1965'an de weke PDK-Tirkiye derketin holê. Dûre bi rengekê PDK-T, KUK û Stêrka Sor di bin kontrola kontrgerîla de tevgeriyan. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi heman rengî dûvikên PDK'ê hatin avakirin. Piştî ku lîderên PDK Îranê Abdurrahman Qasimlo û Sadiq Şerefkendî hatin qetilkirin, PDK a Barzanî bandor li ser Komela û PDK Îran a li Rojhilatê Kurdistanê kir û kir ku heta roja îro jî qels û lawaz bimînin.
PDK'ê di salên 70'î û 80'î de, ne tenê rêxistin û komên çep-sosyalîst ên li Kurdistanê hewl didan xwe bi rêxistin bikin tasfiye kir. D heman demê de li parçeyên din ên Kurdistanê jî PDK ên bi xwe ve girêdayî ava kir. Konsepta tasfiyeyê ya PDK'ê bêguman ne tenê bi rêxistinên din re bi sînor ma. Hêzên azadîparêz ên li nava xwe jî tasfiye kir. PDK'ê lîderê PDK a Tirkiyeyê Doktor Şivan (Saît Kirmizitoprak) û hevalên wî tasfiye kir û kir ku ji hev belav bibin. Ev yek dikare bibe mînaka şênber a vê rastiyê. Bi heman awayî li Başûrê Kurdistanê jî gelek kes tasfiye kir.
PDK Tirkiye ya wê demê, di dema damezrandina PKK'ê de bi gotina 'Em ê nehêlin Marksîzm-Lenînîzm bikeve Kurdistanê' gef xwar û hin komplo kir. Heman polîtîka hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve xist dewrê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir, ku di sala 1985'an de dema Mesûd Barzanî li Şamê pê re hevdîtin kir, bi awayekî vekirî jê xwestiye ku dest ji Pêngava 15'ê Tebaxê berdin.
Mijar bêguman ji têkoşîna polîtîk û berjewendiyên partiyî wêdetir e û di asta îdeolojîk û sîstemî de ye. PDK ji roja hatiye damezrandin û vir ve li gelemperiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolê piştgirî dîtiye û di bin kontrola Gladiyoya NATO de weke parçeyekî wê tevgeriya ye. Li gorî polîtîka zêdeyî sed salî ya hêzên emperyalîst, ji bo Rojhilata Navîn di nava hegemonyayê de bê girtin, divê meseleya Kurd neyê çareserkirin, bi vî rengî pirgirêk her tim zindî bê hiştin û zemîna şer her hebe. Rola ku ji Barzaniyan û PDK'ê re hatiey dayîn, bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Li hemberî vê yekê PKK soza çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dide, ku ev yek jî li vê xeta hêzên emperyalîst nayê. Lewma êrîşên PDK'ê ku di salên 80'ê û 90'î de kir, tiştekî xwezayî ye ku îro jî li dijî PKK'ê dike.
KÎ JI BO ÇI DESTEKÊ DIDE PDK'Ê?
Xusûseke din a divê were destnîşankirin jî ew e; di serî de DYA hêzên navneteweyî tevî ku ji têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re aciz in, ji ber mîsyona dane PDK'ê, desteka xwe ya ji bo wê didomînin. Netewe dewleteke biçûk a Kurd, îro ji bo sîstema kapîtalîst pêwîstiyek e. Di vê mijarê de Ocalan vê tespîtê dike: 'Di hevsengiya hêzan û netewe dewletan de Rojhilata Navîn xwedî roleke stratejîk û jêneveger e. Ji bo ewlekariya sîstemê û pêdiviya petrolê, bi tybetî jî ji bo ewlekaiya Îsraîlê û hegemonya wê, ji bo dest ji dewleteke biçûk a netewe ya Kurd neyê berdan çi pêwîst be ew tê kirin. Bi vî rengî wê xelekee girîng li sîstema ku di sala 1920'an de hat amadekirin bê bicihkirin. Di destpêka sîstemê de netewe dewlet a Tirk a spî çiqasî girîng bû, ji bo temamkirina wê jî netewe dewleta Kurd a spî jî ewqasî girîng e."
Mîna dema bihurî, niha jî tê xwestin ku PKK bikeve bin kontrola PDK'ê û qet nebe, çareseriya dewleteke biçûk qebûl bike. Hêzên navneteweyî berê jî nedixwestin, îro jî naxwazin ku Tevgera Kurd bi hêza xwe, bi rengekî serbixwe û azad bimeşe. Di vir de nuqteya divê were destnîşankirin ev; ev hêzên navborî ne li dijî tevgera Kurd in, lê li dijî tevgereke bi rêbaza PKK'ê ne. Ev hêz, bi polîtîkayên xwe yên li ser Kurdistan û dewletên li Kurdistanê serdest in, hewl didin pêşî li çareseriya Kurdistaneke azad û xweser bigirin. Rola ku dane PDK'ê jî ew e, ku li Kurdistana Îran, Tirkiye û Rojava, destekê bide pêkanînên pasîfîkasyonê. Li ser vê bingehê, di destpêka salên 1990'î de piştgirî ji tevgera otonomî ya li Başûrê Kurdistanê hate dayîn, piştî destwerdana li Iraqê ya sala 2003'an pêşî li avabûna dewleta federe ya Kurd hate vekirin.
Piştî hilweşandina rejîma Saddam, bi destûra bingehîn a nû ay Iraqê re sîstema federal fermî bû.
Di salên dawî de, trafîka navbera Hewlêr-Enqereyê û ahengiya wan derketiye asta herî bilind. Têkiliya qirêj a aboriyê ya navbera AKP û rêveberiya PDK'ê tê gotin ku bi mîlyaran dolarî ye. Bi vê têkiliyê re hemû çavkaniyên ser û binê erdê yên Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk hatine kirin. PDK'ê li hundir jî, siyaseta AKP'ê ji xwe re esas girt, darbe li siyaseta Başûrê Kurdistanê kir, parlament tevizand, wezîrên Goran ji wezîfeyê girt û bi zorê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. PDK ku nahêle hilbijartinê serokatiyê were kirin, bi pêşîgirtina li civandina Parlamenta Başûrê Kurdistanê re, her wiha bi kontrolkirina saziyên dadgeriyê re hewl dide ya dixwaze bike.
Tevî krîza siyasî û civakî, di salên dawî de bêedaletiya parvekirina hatineyan, nedana heqdestê karmendan, boykot û karên ne li rê aboriya Başûrê Kurdistanê pûç dike. Li gorî daneyên wezareta petrolê, Başûrê Kurdistanê ku mehane 1 mîlyar dolar hatineyên ji petrolê heye, ji ber karên ne li rê 15 mîlyar dolar deynê xwe heye. Aqûbeta hatineyên gumruk û petrolê jî nayê zanîn.
Başûrê Kurdistanê, ku petrolê bi erzanî dide Tirkiyeyê, ji ber ku hikumet bi derve ve girêdayî ye, polîtîkayên şaş dimeşîne û karên ne li rê dike, li ber îflasê ye. Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê aborî ve di rêjeya ji sedî 99'an de bi Îran û Tirkiyeyê ve hatiye girêdan, xuya ye nepêkan e ku ji aliyê siyasî ve serbixwe bibe.
SIBE:
* Siyaseta PDK'ê li ber sekeratê ye
* Gelê Başûrê Kurdistanê guhertinê dixwaze
* Dînamîka guhertinê PKK ye, tine tê hesibandin