'Rastî wê bi teqezî bi ser bikeve'

Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne Suleyman û Veysel Nakiş gotin, "Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Rastî, maf û heqîqet wê teqez bi ser bikevin."

Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, didome. Bi navê 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyek hatibû dayin û hatibû ragihandin ku heta tecrîd bi temamî ji holê rabe, wê berxwedana xwe bidomînin.

Suleyman Nakiş û Veysel Nakiş ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di berxwedana greva birçîbûnê de ne, bi rêya nameya ku ji malbatên xwe re şandin, bal kişandin ser berxwedana li girtîgehan û bêdengiya li derve. Suleyman Nakiş ku 11 meh in li girtîgehê ye û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Veysel Nakiş jî piştî ku sal û nîvekê li Girtîgeha Xarpêtê hate hiştin, hate berdan lê piştî demekê dîsa hate girtin. Cezayê Veysel Nakiş wê piştî 2 salan bi dawî bibe.

Girtiyan di nameyên xwe de ragihandin ku berxwedana grevên birçîbûnê ne tenê li zindanan, li dinyayê hemûyî didome û gotin, "Kes ne ji ber biryareke kêfî ya jî 'hezkirina ji mirinê' cihê xwe di greva birçîbûnê de nagire. Daxwazên me eşkere ne û mafdar in. Em dixwazin tecrîda li Îmraliyê ku cihê xwe di qanûnan de nîne bi dawî bibe. Ji bo me nepêkan e ku em bi vê tecrîdê bijîn û mîna tiştekî ji rêzê ye bibînin. Dibe ku hinek bixwazin rewşê qebûl bikin û ji rêzê nîşan bidin, lê belê ji bo me ne ya xwelêragirtinê ye.

Berxwedana ku ji bo ronahiya çavên me hatiye destpêkirin wê encameke erênî biafirîne. Li Girtîgeha Amedê 170 heval di greva birçîbûnê de ne. Heta ku bersiv ji daxwazên me re bê dayin wê çalakiya me bidome. Ji dema destpêkirina grevê û vir ve 8 hevalên me bûn stêrk. Bi rastî jî em li ber vê yekê ketin. Lê belê nêzîkatiya xemsar a li pêşberî vê yekê, bû sedem ku rewşeke wiha rû bide. Kî çi dibêje, çawa nêzîk dibe ne girîng e. Rastî, maf, heqîqet wê teqez bi ser bikevin."