Rastî an jî betalî, girtîgeh ango mirin
Rastî an jî betalî, girtîgeh ango mirin
Rastî an jî betalî, girtîgeh ango mirin
Roja Çapemeniya Cîhanê ya Neteweyên Yekûyî (NY) îsal cara 20. tê pîrozkirin. Lê polîtîkayên li hember rojnamevaniyê û şer, hê jî rojnamevanan dike qurban.
Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de daneyên hatine dayîn nîşan didin, ku kuştin, gef û dozên hiqûqî yên li dijî rojnamevanan didomin. Li gelemperiya cîhanê, welatekî ku azadiya çapemeniyê garantî bike û têkiliya siyaset û çapemeniyê zelal bike hema hema tine ye.
Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), di sala 2012’an de 114 kedkarên çapemeniyê dema peywira xwe dikirin hatin kuştin. Ji van 90 rojnamevanan, 9 alîgirê wan û 46 yên li ser înternetê serbixwe rojnamegerî dikirin bû. Di serî de li Suriye û Somaliyê ev bûyer qewimîn. Li her yek ji van welatan 18 heb mirin. Di rêza sêyemîn de jî Pakîstan heye û 10 kes lê mirin.
Kuştinên rojnamevanan di 10 salên dawî de gelek zêde bû. Li gorî RSF’ê di 2003’an de 43 rojnamevan mirin. Di sala 2006’an de 84, di 2007’an de 87 mirine. Li gorî RSF’ê di 2013’an de tabloyek reş heye. Di 4 mehên destpêkê yên salê de 19 rojnamevan û 9 rojnamevan-welatî di encama êrîşan de mirin.
BI SEDAN DI GIRTÎGEHAN DE NE
Li seranserê cîhanê hînê bi sedan rojnamevan di girtîgehan de ne. 174 rojnamevanji ber pîşeya xwe, di encama dozên li wan hatin vekirin de li girtîgehan e. Her weha 162 kesên bi amatorî karê rojnamevaniyê dikin jî, bi heman qederê re rû bi rû mane.
TIRKIYE DAKET RÊZA 154‘AN
Tirkiye, der barê mijara rojnamevanên girtî de girtîgeha herî mezin a cîhanê ye. Li gorî daneyê Civata Rojnamevanên Tirkiyê (TGC) 62 rojnamevan ji ber dozên li wan hatine vekirin niha girtîne. Pirraniya van di çapemeniya kurd de dixebitin. Ew jî di çarçoveya doza KCK’ê de girtîne.
Di warê zextên li ser rojnamevanan de Tirkiye, Îran, Rusya û Koreya Bakur xwedî ezmûneke gelekî xerab in. RSF di çarçoveya nirxandina polîtîkayên der heqê çapemeniyê yên 179 welatan de lîsteya xwe bi vî rengî destnîşan kir: Di rêza dawî de Erître û Bakurê Koreyê, Rusya 148, Tirkiye 154, Çîn 173 û Îran 174.
Tirkiye di navbera salên 2011-2012’an de di rêza 148’an de bû. niha gelek welatên Afrîka û Asyayê li pey xwe hişt û ket rêza 154’an.
Li gorî RSF welatên herî nermtir ên li hember Çapemeniyê Fînladiya, Norwêc û Hollanda ye. Di lîsteya RSF’ê de Almanya 17, îngîlîstan 29, Fransa jî 37 bû û Îtalya jî 57 bû.
Li seranserê cîhanê rojnamevan di şert û mercên xerab de xebata xwe dikin. Her wiha rojnamevan herî zêde dibin qurbana polîtîkayên lijneya çapemeniyê ya ku girêdayê wane. Li welatên pêşveçûyî û yên din têkiliyên berjewendiyên di navbera siyasetmedar û tekelên çapemeniyê de darbeyeke mezin li azadiya çapemeniyê dixe.