Raportora PE'yê Katî Pîrî serdana malbata Demîrtaş kir

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Katî Pîrî serdana hevjîna Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş kir.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî, ji bo rapora sala 2018'an a li ser Tirkiyeyê amade bike, li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir. Pîrî di vê çarçoveyê de serdana malbata Demîrtaş kir.

Pîrî ji aliyê Başak Demîrtaş û parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman ve hate pêşwazîkirin.

Pîrî û Başak Demîrtaş tîşortên ku wêneyê hespê yê Demîrtaş li girtîgehê xêz kir lê bû, li xwe kirin.

Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê medya civakî, ev serdana xwe parve kir û got, "Em li mala Başak Demîrtaş ji dil hatin pêşwazîkirin. Me civîneke xweş pêk anîn ku malbat û parêzer lê bûn. Ji bo Demîrtaş bi rengekî lezgîn were berdan, em ê li Parlamenta Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hewl bidin."

Başak Demîrtaş jî wêneyê xwe yê bi Pîrî re weşand û ev peyam nivîsî: "Kêfxweş bûm ji ber serdana Raportora PE'yê Birêz Katî Pîrî. Hêvîdar im ku Tirkiye wê di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê de berê xwe bide demokratîkbûn, azadî û mafên mirovan. Hêvîdar im siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û xwendekarên bi neheqî hatine girtin wê tavilê bên berdan. Ne tenê ji bo Yekîtiya Ewropayê, pêwîstiya me bi xwe bi demokrasiyê heye. Careke din malavayiya Birê Katî Pîrî dikim."

Hate ragihandin, Pîrî ji bo serdana Selahattîn Demîrtaş bike serlêdan kiriye, lê belê bersiv jê re nehatiye dayin.

Piştî serdana malbata Demîrtaş, Pîrî wê berê xwe bide Mêrdînê û tê payin ku bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re rûnê.