Raportora KE’yê Pîrî serdana Ahmet Turk kir

Raportora KE ya Tirkiyeyê Katî Pîrî, li Mêrdînê serdana siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk kir. Pîrî çavdêriyên xwe yên hevdîtinên bi hikûmetê re parve kir.

Heyeta di bin serokatiya Raportora Konseya Ewropa ya Tirkiyeyê Katî Pîrî de ku ji bo amadekirina rapora 2018’an a Tirkiyeyê li Tirkiyeyê serdana derdorên siyasî dike, li Mêrdînê bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk re civiya. Pîrî beriya hevdîtinê li Mêrdîna Kevin a navçeya Artûklû bi gel re civiya, piştre jî li Mêhvanxaneya Cercîs Mûrat bi Turk re civiya. Beriya civînê Turk û Pîrî têkildarî hevdîtinê agahî bi çapemeniyê re parve kir.

Pîrî destnîşan kir ku ji bo amadekirina rapora 2018’an a Tirkiyeyê serdana aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Tirkiyeyê re dike. Pîrî kêfxweşiya xwe ya hatina Tirkiyeyê pêşkêş kir û bibîr xist ku piştî ‘Pêvajoya Aştiyê’ û şûnde gelê herêmê du salên dawî di nava mercên pir zor û zehmet de jiyane.

Raportor Pîrî hêvî kir ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Pîrî bilêv kir ku beriya bê Mêrdînê piştî serdanên Enqere û Aemdê derbasî Stenbolê bûye. Pîrî got: “Parlementoya Ewropa beriya amadekirina rapora di derbarê Tirkiyeyê de, bi hatina vir û serdana partiyên siyasî, dîsa hevdîtinên bi aliyên hikûmet û muxalîfê re bike û heman demê nirxandinên gel ên di derbarê rewşa giştî ya siyasî de çiye bizane, hevdîtinan dike.”

Pîrî hevdîtina bi Turk re girîng dibîne û got: “Em vê baş dizanin ku di nava du salên dawî de mirovan li vir zorî û zehemetiyek mezin dîtine. Bi taybet du salên dawî ji bo mirovan gelek zehmet bû. Niha dizanin ku gelek siyasetmedar niha di girtîgehê de ne. Em Parlementoya Ewropa carekî din dibêjin; hêvî dikin ku ev pirsgirêka bi dehê salan e dom dike, bi rêyên aştiyane çareser bibin.”

Pîrî bersivên pirsên rojnamevanan da û ev tişt anî ziman: “Tiştekî ne pir hesane ku bûyerên li vir bi serê mirovan hatî bên vegotin. Di hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê re hate kirin jî hate diyarkirin ku ew jî di ferqa krîzên aborî û bûyerên li herêmê pêk tên de ne û diyar kirin ku divê ev rewş bê guhertin û referom bên kirin. Em jî hêvî dikin ku di mehên pêşiya me de reform bên kirin.”

Pişît Pîrî Ahmet Turk jî têkildarî hevdîtinê nêrînên xwe parve kir û bibîr xist ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê diyar e. Turk anî ziman ku hemû têkoşîna tê kirin pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk bên çareserkirine û wiha pêde çû: “Lê bi tevger û kiryarên hikûmetê bê hêviyê hêviyê ji bo gel nahêle. Çareserkirina pirsa Kurd tenê Kurdan eleqedar nake. Em bi hêvîne ku polîtîkayên tinekirin û bêdengkirina gelê Kurd bi dawî bibin.”