Rapora Tîrmehê: 98 rojnamevan hê girtî ne

Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firat (DFG) di rapora xwe ya li ser binpêkirinên meha Tîrmehê ya li ser rojnamegeran de diyar kir 98 rojnameger girtî ne.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ku her meh bi rêk û pêk raporê aşkere dike, rapora meha Tîrmehê aşkere kir.

DFG'ê, di raporê de anî ziman ku di Tîrmehê de polîsan 2 rojnameger destgîrkirin, 4 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin û dozger li 3 rojnamegeran doz vekir.

DFG'ê diyar kir ku ku di vê pêvajoya ku li welat polîtîkayên şer, guhertina zagona baroyan, Muzeya Ayasofya ku kirin mizgeft û Peymana Stenbolê tê nîqaşkirin de çapemenî di bin zextan de karê xwe dike.

Her wiha DFG'ê di berdewama raporê de bal kişand ku çapemenî û rojnameger di bin zextan de karê xwe dikin û di bin gefan de kar dikin û ev got: "RTUK’ê di 1'ê Tîrmehê de li Tele 1 û Halk Tv ji bo her yekê 5 rojan cezayê rawestandina weşanê birî. 64 rojnameger hatin darizandin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney û nûçegîhana Arti Tv Sibel Hurtaş hatin binçavkirin. Rojnamegerên nûçe dişopandin bi êrîşan re rû bi rû man. Di vê mehê de Medya Dijîtal ji nû ve saz kirin. Dîsa rojnamegerên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hatin dûrxistin hê jî gelek betal in. Di Tîrmehê de polîsan 2 rojnameger destgîrkirin, 4 rojnameger lêpirsîn li wan hat vekirin û dozger li 3 rojnamegeran doz vekir. Hê jî 98 rojnaemger girtî ne. 1 rojnameger ceza kirin."