Rapora NY: Di êrîşa li Şamê de gaza sarîn hat bikaranîn
Rapora NY: Di êrîşa li Şamê de gaza sarîn hat bikaranîn
Rapora NY: Di êrîşa li Şamê de gaza sarîn hat bikaranîn
Encamên lêkolîna pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûriyê hatin aşkerakirin. Li gorî vê yekê, delîlên zelal û ewle hatine dîtin ku di êrîşa 21'ê Tebaxê ya li Şamê de gaza sarîn hatiye bikaranîn.
Li gorî medya Rojava, di rûpela destpêkê ya rapora heyeta pisporan a NY de, ku ji aliyê serokê heyetê Aake Sellström ve pêşkêşî Sekreterê Giştî Ban Kî-Moon hat kirin, tê gotin ku di pevçûnên li Sûriyê de li gel zarokan li dijî sivîlan bi asteke bilind de bi awayekî dîtneyî çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.
Di raporê de tê ragihandin ku di êrîşa 21'ê Tebaxê ya li herêma Şamê de, rokêtên bi gaza sarîn a ji erdê diavêjin hewayê, hatine bikaranîn.
Tê payîn rapor îro danê êvarê radestî Sefîrên Bilind ên 15 welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin.
Di raporê de hatiye aşkerakirin ku çeka kîmyewî ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn. Mufetîşên Neteweyên Yekbûyî, di vî warî de ne erkdarin ku nerîna xwe bînin ziman.
Welatên Rojavayî, rêveberiya Şamê bi bikaranîna çeka kîmyewî tewanbar dikin. Washington îdîa dike ku di êrîşa li Şamê de zêdeyî 1400 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin, ji bilî vê êrîşê ji Adara sala 2011'an û vir ve di 13 êrîşên din de jî çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.
Moskowa jî komên çekdar tewanbar dike, ku ji bo pêşî li destwerdaneke leşkerî ya navneteweyî vebikin, êrîşeke bi vî rengî li dijî Şamê kirine.
Perspektîfa destwerdana leşkerî, bi pêşniyara li ser kontrolkirina çekên kîmyewî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, paşve hat xistin. Moskowa û Washington li Cenevreyê hatin cem hev û li ser plana Rûs li hev kirin.