Rapor: Êrîşên li Kayseriyê bi plan û nîjadperestî hatine kirin

Gelek rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê têkildarî êrîşên nîjadperestî yên li dijî Sûriyeyiyan hatine kirin, rapor amade kir û tespît kir ku êrîşên li Kayseriyê bi organîze, plan û nîjadperestiyê hatine kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) rapora xwe ya têkildarî êrîşa nijadperest a li Kayseriyê qewimî amade kirine li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li Enqereyê aşkere kirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku piştî êrîşa nijadperest çûne Kayseriyê û Serdozgerî di nav de ji gelek saziyên rayedar re daxwazname nivîsandine ku dixwazin çavdêriyê bikin lê dozgeriyê bersiva neyînî daye wan û daxwaza wan a randevûyê jî qebûl nekiriye. Kuçukbalaban, qala serdanên xwe yên li herêmên ku êrîşên nijadperest lê hatin kirin kir û da zanîn ku tabloyeke dişibe tiştên berê li Tirkiyeyê diqewimin. Kuçukbalaban, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku di dîroka Tirkiyeyê de gelek êrîşên wiha nijadperest çêbûne. Li dijî kurdan, elewiyan, li Gaziyê, Mereşê, Madimakê heman êrîş çêbûn, dîsa li dijî romanan jî êrîşên bi heman awayî çêbûn. Em fikirîn ku ev jî bi heman awayî pêk hatine û dema em gihiştin qadê van agahiyan em mafdar derxistin. Tişta bingehîn a me dît, bi awayekî organîze kirî êrîşeke nijadperestî pêk hatiye. Me dîsa dît ku ev hatiye rêxistinkirin û ji aliyê hin derdoran ve tê plankirin.”

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan ku rapor aşkere kir, anî ziman ku çûne herêma êrîş lê pêk hatin. Kozan, da zanîn ku rayedaran têkildarî asta êrîşan agahî parve nekirine û wiha got: “Sûriyeyiyên pê re hevdîtin hatin kirin, têkildarî cihên ku êrîş lê hatine kirin agahiyên texmînî parve kirin.” Kozan, destnîşan kir ku binpêkirinên weke, nirxandina zerar, talan û şelandina mal û kargehên rastî êrîşê hatine, nehatine tespîtkirin û got: “Derbarê vê mijarê de rayedaran tu agahî nedane mexdûran ku dê di vê mijarê de çi bikin, zirara wan bê tazmînkirin an na. Li taxên ku me lêkolînkirin wesayîtên bi pîleqeyên MA ku ji bo kesên biyanî hatine dayîn nedîtin. Gotin ku sûriyeyiyan wesayîtên xwe veşartine. Hemû kesên ku pê hevdîtin kirin gotin ku her du rojên ewil hêzên ewlehiyê mudaxileyeke baş li koma êrîşkar nekiriye, weke ku koma êrîşkar daxuyaniyekê bide çapemeniyê nêzî wan bûne.”

Kozan axaftina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê di dema êrîşan de kirin, gotinên cihêkar û nijadperest û êrîşên koma nijadperest ji nedîtî ve hatine. Walîtiyê gotibû ku ew ji bo pêdiviyên xelkê xebat dane destpêkirin, lê me xwe negihand tu agahiyek wisa. Penaberên Sûriyeyê destnîşan kirin ku tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin.”

Kozan diyar kir ku wan xwe negihandiye ka dozgerî lêpirsînek çawa bi rê ve dibe û lêpirsînek bi bandor daye destpêkirin an na û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî ragihandibû ku êrîşkar komek ji biçûkan pêk tê û kesên nasnameya wan nepaqij e. Di çarçoveya vê daxuyaniya wezaretê de der barê kesên ku êrîş dane kirin de tu agahî nehatine parvekirin û ev yek jî wê metirsiyê dide ku wê ev êrîş berdewam bikin. Penaberên ji Sûriyeyê nikarin biçin kargehên ku lêdixebitin. Ji bo çûna wan a kar tu agahî jî nedane wan. Li gorî nûçeyên medya Qeyseriyê; ji ber penaberên Sûriyeyê nikarin biçin ser karên xwe, di gelek sektoran de astengiyên cidî yên hilberandinê derketine. Divê meaş û mafên civakî yên karkerên ji Sûriyeyê ku hefteyeke neçûne kar bê dayîn. Divê hewcedariyên karker û mirovên ji Sûriyeyê bên dabînkirin.”

Kozan di dawiya raporê de wiha got: “Ev êrîşên li dijî penaberên ji Sûriyeyê êrîşên berê yên li Mereş, Madimak, Gazî, romenan û Kurdan anî bîra me. Me çavdêr kir ku lînc, şewitandin, talankirin, tirsandin, êrîş û gotinên nijadperest û nefrete li dijî penaberan hatine kirin. Tê xuyakirin ku ev êrîş bi plankirî û bi awayek organezîkirî pêk hatine. Li gelek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan, çalakî û daxuyaniyên aştiyane û demokratîk bi biryarên waliyan tên qedexekirin. Lê tevî ku êrîş li dijî can, mal û milkê penaberên Sûriyeyê hatiye kirin jî Walîtiya Qeyseriyê xwepêşandanên komên nijadpereset qedexe nekiriye û tu tevdîr negirtiye. Penaber ji ber tirs û gefa êrîşan û hişyariya hêzên ewlehkariyê nikarin ji malên xwe derkevin. Penaber ji ber astengkirina platformên medya civakî agahî ji gelek xizmên xwe nikarin bigirin û destnîşan kirin ku ev yek tirs û fikarên wan zêdetir dike.”