‘Radestnekirina vîna gel a ji bo qeyûman erka me tevane’

Li ser banga KESK,DÎSK, TTB û TMMOB’ê hêzên demokrasiyê li dijî desteserkirina şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê daketin qadan û peyama ‘Radestnekirina vîna gel a ji bo qeyûman erka me tevane.'

Plaftorma Şaxên KESK a Stenbol, Nûnerên DÎSK’ê ya Herêma Stenbol, TTB, TMMOB li gel hêzên demokrasiyê yên li Kadikoyê hatin ba hev, dagirkeriya qeyûman bi daxuyaniyeke girseyî protestokirin.

Daxuyaniya di bin dorpêçê de pêk hat, Parlementerên HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Zuleyha gulum, Mûsa Pîroglû, Ahmet Şik, Parlementerên CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Alî Şerker, Pinar Ûzûn, Zeynel Emre, Onûrsal Adiguzel, Tûrhan Aydogdû, hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû di rêzên pêş de cihên xwe girtin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’, ‘Her der Amed, her der berxwedan’ û ‘Bijî berxwedana Amedê’ hatin qîrkirin. Ewilê Endamê Desteya Rêveberiya DÎSK’ê Kanber Saygili axivî û got: “Divê yên bi hilbijartinê hatine, bi hilbijartinê biçin. Divê rêz ji vîna gel re bê girtin. Divê vê baş bizanin, ketina bin TOMA’yan me daye ber çavê xwe, lê dîsa em dev ji mafê xwe yê hilbijartinê bernadin.”

Li ser navê hêzên demokrasiyê Serokê Giştî yê TTB’ê Sînan Adiyaman daxuyaniya hevpar xwend. Adiyeman got: “Bi qeyûman desteserkirina van her sê şaredaran niyeta wan derket holê. Armanca desthilatê ew e ku cihên ku li ser sindoqan winda kiriye, dixwaze bi darbeyê bi dest xwe ve bîne. Ev biryar ne tenê polîtîkayeke ya zextê hema ndemê polîtîkayeke ya cihêkarî û şer e jî. Ev darbeyeke ne tenê mafê hilbijêr û hilbijartinê heman demê darbeyeke li dijî pêkve jiyan û biratiyê ye. Divê demildest hevşaredarên ji erkê hatine girtin vegerin ser erka xwe. Radestnekirina vîna gel a ji bo qeyûman  ne tenê erka van her sê bajaran erka me tevane.”