Qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê hatin bîranîn

10 Ekîm-Der'ê 104 kesên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, bi bîr anî û got, "Divê em raperîna xwe bikin yek û mezin bikin."

104 kesên ku di Komkujiya Gar a Enqereyê de 10'ê Cotmehê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve di êrîşa bombeyî de hatin qetilkirin, li pêşiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn.

Çalakî ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîm ve hate lidarxistin û rêxistina HDP'ê ya Enqereyê jî tevlî bû.

Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn daxuyanî da û bal kişand ser astengiyên li pêşiya malbatên qurbaniyan û parêzvanên mafên mirovan. Coşgûn diyar kir ku li gel astengiyan jî wan têkoşîna xwe dewam kirin û got, "Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin. Di nava 7 salan de me gelek destketî bi dest xistin. Di sala 8'an de em ê bi biryardariyeke hîn cuda bi pêş ve biçin. Têkoşîna me ya ji bo edaletê dewam dike. Ji bo mirovên ku me ji dest dane û malbatên wan, edalet wê bi daxwazên me bi cih bê."

Bayram Kaya piştre axivî û helbestek li ser qurbaniyên komkujiyê xwend. Piştî Kaya jî Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû axivî û got, "Êşên me nayên jibîrkirin, wê neyên jibîrkirin. Eger em ji bîr bikin bila dilê me ziwa bibe. Yên ku komkujiya 10'ê Cotmehê kirin wê rojekê teqez bêne cezakirin. Sedema herî mezin a van komkujiyan polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Em bang li hevrêyên xwe hemûyan dikin ku raperîna xwe mezin bikin û têkoşîna xwe dewam bikin."