Qirgizîstan: Balafira leşkerî ya ji baregeha Amerîkayê rabû ket
Qirgizîstan: Balafira leşkerî ya ji baregeha Amerîkayê rabû ket
Qirgizîstan: Balafira leşkerî ya ji baregeha Amerîkayê rabû ket
Hate zanîn ku balafireke kargoyê ya ji baregeha leşkerî ya Amerîka Manasê a li Qirgizîstanê piştî rabûye şûnde ketiye.
Berdevkê Wezareta Rewşên Awarte ya Qirgizîstanê Abdîşarîp Bekîlov, ji AFP’ê re axivî û got: “ Li gorî agahiyên min, balefir bûye 3 parçe. Hejmara mirî an jî birîndaran ne diyar e. Hemû servîsên alîkariyê li cihê bûyerê ne.”
Li gorî berdevk, balefira kargoyê 200 km durê paytexta Bîşkekê, li nêzî sînorê Qezekîstanê gundê Şaldîbar ketiye.
Servîsa çapemeniya barageha Amerîkayê ji ajansa Rûs, Interfaxê re axivî û got wan heta niha vê agahiyê piştrast nekirine.
Balefir li gorî saeta herêmî saet li dora 14.30’an rabû. Wezareta Rewşên Awarte, diyar kir ku balafira tîpa Stratotanker KC-135 piştî rabûye ketiye