Qeyûmê Sêrtê 456 mîlyon TL deyn li du xwe hişt!

Şaredariya Sêrtê, diyar kir ku qeyûmê desteserker 456 mîlyon 853 hezar û 781.39 TL’yî deyn li du xwe hiştiye.

Şaredariya Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) deynê qeyûm li pey xwe hiştiye, bi bîlbordên di navbajar de, eşkere kir. Li ser afîşan hat diyarkirin ku deynê giştî yê şaredariyê 456 mîlyon 853 hezar 781.39 TL’yî ye.

Deynê ku qeyûm hiştine wiha ne: 

Bankaya Bajaran: 208 milyon û 481 hezar û 920,11 lîre,

Musteşariya Xizîneyê: 87 milyon û 18 hezar û 223,75 lîre,

Karûbarên Avê yên Dewletê: 29 milyon û 53 hezar û 585,35 lîre

SSK-Daîreya Bacê: 47 milyon û 316 hezar û 667,63 lîre 

Fîrmayên din: 84 milyon û 983 hezar û 384,55 lîre