Qeyûmê li Erdîşê logo jî dizî ye!
Logoya ku bi fermana qeyûmê Erdîşê hate nûkirin, derket holê ku hatiye dizîn.
Logoya ku bi fermana qeyûmê Erdîşê hate nûkirin, derket holê ku hatiye dizîn.
Mîna hikumeta AKP'ê, qeyûmên wan jî di diziyê de sînoran nas nakin.
Cîgirê Şaredar Mehmet Şîrîn Yaşar, di 11'ê Îlonê de weke qeyûm li Şaredariya navçeya Erdîş a Wanê bi cih bû. Bi fermana Yaşar, logoya şaredariyê hat guhertin û ji 10'ê Cotmeha 2016'an û vir ve tê bikaranîn. Derket holê ku ev logo hatiye dizîn.
LOGOYA ŞAREDARIYA CÎHANBEYLÎ YE
Logoya navborî, yekemcar di sala 1994'an de bi biryara Meclîsa Şaredariya Cîhanbeliyê, ji aliyê Şaredariya Cîhanbeylî ve hatiye bikaranîn.
Piştî ku eşkere bû ev logo malê diziyê ye, gelê Erdîşê nerazîbûn nîşan da.
GELÊ ERDÎŞÊ: CIHÊ ŞERMÊ YE
Şêniyên Erdîşê gotin, "Em her du logoyan tînin ber hev, ti cudahî di navbera wan de nîne. Logoya Şaredariya Cîhanbeyliyê mîna xwe girtine û li jora wê gurşiyê tirî yê Erdîşê û basiyê gola Wanê hatiye bicihkirin. Ev yek jî weke logoya nû pêşkêşî gel kiriye. Navê vê yekê, diziya kedê ye. Dizîna logoya şaredariyekê, cihê şermê ye."
Rayedarên şaredariyê hê der barê logoya hatiye dizîn de ti daxuyanî nedaye.