Qeyûm li Wanê dest li ser mal û erdên gel datîne

Qeyûmê Wanê bi çarçoweya xebatên rêya derdorê dest li ser mal û erdên gel datîne. Qeyûm bi zorê malê gel dike yê cameweriyê, heta niha 10 kes kirin şîrîkê erdan. Heta niha ji ber vê hezar kes mexdûr bûye.

Qeyûmê Wanê di ber xebatên rêya hawîrdorê de li şûna ku mal û erdên mirovan bikire bi zorê wan dike yê cameweriyê, bêyî ji xwediyan bipirse, mirovan dike şîrîkê erd û malê wan. Wezareta Derdorê û Bajarvaniyê û qeyûm erdê gel da diyanetê, mala kesekî, baxçeyê Cafer Yadîgar jî dewrî darayiyê kir. Rayedarên dewletê gelek kesên ji deverên cuda 10 kes kirin şirîk û wiha rê li ber vedike ku siberojê dijminatî di navbeyna wan de çêbibe.

Qeyûmê Wanê di bin navê xala 18'an de niha dest li ser mal û erdên gel datîne. Bi çarçoweya xala 18'an ji duryana Wan Gewar û Payizava rêya derdorê ku plansaziya wê hatî kirin bû sedema mexdûrbûna giran. Xebatê rêya derdorê bi kêmanî li 100 parsel erdî bû sedema mexdûrbûnê, ji ber vê xebatê bi hezaran kes mexdûr bûn, erdên gel dewrî darayiyê kirin. 

Ji mexdûran Resûl Bazar got heta niha li ser navê dewletê di tapûyê de 10 kesên din jî kirine şîrîk û got ji ber xala 18'an a bi çarçoweya Projeya Rêya Derdorê bi hezaran kes bûne mexdûr.Bazar got, ''Bêyî ku bikin camewerî erdên mirovan bêyî daxwaza wan dewr kirine.

Erdê xelkê dane me, ên me dane xelkê. Plansaziyeke wiha kirine mala hinan dide hine din, erdê hinan dide hine din. Dewlet beriya ku bibbe camewerî dest li ser 45 ji 100'î dide. Deh kesan dike şîrîkê erdan. Mirovan tînin pêşberî hev, divê ev zû were çareserkirin.''

Cafer Yadîgar jî got dewletê xaniyê wî daye hine dî, erdê hine din jî daye diyanetê. Yadîgar bi domdarî got ''Bêyî ku bi xwediyê milk bişêwirin erdên mirovan par kirin. Bi hezaran mirov mexdûr in. Erdheja Wanê jî ev qas ziyan neda. Em nizanin em ê çi bikin. Em li hêviyê ne ku ev problem çareser bibe.''