Qeyûm li Amsterdam û Grazê hate şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Amesterdam û Grazê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê desteserkirina şaredariyên HDP'î hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê pêk hat û gelek rêxistin, her wiha Tirkiyeyî û Hollandayî tevlî bûn.

Parlamentera Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût û Parlamentera Partiya Karker Lilian Ploumen jî tevlî çalakiyê bûn.

Karabûlût bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî faşîzê û got, "Em ê bi gelê Kurd re li ber xwe bidin."

GRAZ

Desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd li bajarê Grazê yê Awûtûryayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Ciwanên Kurdistanî û Partiya Sosyalîst a Awûtûryayê bi pankart û dirûşman rejîma AKP'ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de der barê mijarê de belavok hatin belavkirin.

Qisekeran jî diyar kirin ku li dijî êrîşên li hemberî îradeya gelê Kurd wê li her deverê li ber xwe bidin û li nirx û îradeya xwe bibin xwedî.