Qesra Elysee li ser serdana heyeta Rojava daxuyaniyeke nû da

Serokkomariya Fransayê (Elysee), piştî ku heyeta ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê qebûl kir, daxuyaniyeke din da.

Di daxuyaniya Qesra Elysee de hate destnîşankirin, ku ji bilî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê operasyoneke din a leşkerî ya li Bakurê Sûriyeyê nayê payin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fransa, ji bilî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, li Bakurê Sûriyeyê li ser rûyê erdê operasyoneke din a leşkerî nabîne."

Qesra Eylsee diyar nekir ku naveroka hevdîtina bi heyeta Rojava-Bakurê Sûriyeyê ne rast e. Ev daxuyanî jî rê li ber wê şîroveyê vekir ku hewldanên nû wê di çarçoveya koalîsyona navneteweyî de bên kirin.

'DIVÊ TÊKOŞÎNA BI HEVKARIYA QSD'Ê BIDOME'

Fransa di nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê de cih digire ku ev koalîsyon bi pêşengiya DYA li Sûriye û Iraqê ava bûye. Ev têkoşîn bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dibe.

Elysee got, "Divê ev têkoşîna hevpar bidome" û işaret bi rîska jinûve zindîbûna DAÎŞ'ê kir.

'NERAZÎBÛN'A TIRKIYEYÊ YA DIHATE TEXMÎNKIRIN

Heyetek ji 8 kesan a ji Rojava-Bakurê Sûriyeyê roja Pêncşemê ji aliyê Serokkomar Emmanuel Macron ve hatibû qebûlkirin.

Macron piştî vê hevdîtinê daxuyaniyek dabû û xwestibû, bi alîkariya Fransa û civaka navneteweyî diyalog di navbera QSD û Tirkiyeyê de dest pê bike. Macron her wiha diyar kir ku desteka wan a ji bo QSD'ê wê bidome. Hikumeta Tirk jî banga diyalogê red kir.

Li gorî AFP'ê, Qesra Elysee ji bo nerazîbûna Tirkiyeyê gotiye, "nerazîbûneke ku dihate texmînkirin."