PYD û partiya Suryaniyan komîteyek hevbeş avakirin

PYD û partiya Suryaniyan komîteyek hevbeş avakirin

Rêvebirên PYD û Partiya Yekîtiya Suryanî diyar kirin ku, wan ji bo rêvebirina xebatan, komîteyeke hevbeş ava kirine.

Duh li bajarê Qamişlo di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Yekîtiya Suryanî de civînek hate lidar xistin û di encamê civînê de biryar hate girtin ku herdu partî ji bo xabatên hevbeş birêve bibin komîteyek ava kirine.

Li ser encamê civînê endama desteya rêvebir ya PYD'ê Emîna Osê û sekreterê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersom, derbarê mijarê de ji ANHA'ê re axivîn. Emîna Osê diyar kir ku, wan ji bo avakirina civaka Demokratî û azad ku hemû pêkhate di nav de cihê xwe bigrin, bi partiya Yekîtiya Suryanî re biryara xebatên hevbeş dane.

Osê diyar kir ku, komîteya hevbeş ji 3 endamên PYD û 3 endamên PYS'ê pêk tê. Komîte dê xebatên hevbeş di navbera herdû partiyan de birêve bibe.

Sekreterê PYS'ê Senherîb Bersom jî destnîşan kir komîteya hevbeş  di çarçoveya xebatên rêvebiriya demî de pêk hatiye.  Ev komîte dê bibe nimûneya xebatên hebeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de.

Bersom her wiha bal kişan ser girîngiya avakirina komîteyên hevbeş yê di nav bera hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryaniyan de. Berson got ev komite dê bi xebatên xwe pira biratiya gelên Kurd û Suryan xurttir bike.