PYD û Partiya Çep komîteya xebata hevbeş ava kir

PYD û Partiya Çep komîteya xebata hevbeş ava kir

PYD û Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê biryar dan ku xebata hevbeş bidin meşandin û komîteya xebatên hevbeş ava kir.
Rêveberên Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) û Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, li ser mijarê îro li avahiya PYD’ê ya Qamişlo civiyan. Di civîna ku zêdetirî 2 demjimêran dom kir û ji çapemeniyê re girtî pêk hat de endamên meclîsa PYD’ê Emîna Osê û Fîroşah Umer, endamên partiya Çep a Kurd Şêxmûs Mûsa, Mihemed Salih Ebdo û Mehmûd Umer amade bûn. Her wiha Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed û Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Hekem Xelo jî tevlî civînê bûn.
Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate dayîn û hate destnîşankirin ku, herdu aliyan komîteyek hevbeş ava kirine.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Şêxmûs Mûsa ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di civînê de li ser mijarên wekî, “têkiliya di navbera PYD û Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê de, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kuridstanê. Her wiha êrîşên komên çekdar ên li dijî hebûna gelê Kurd û ewlekariya herêmê, amborgoya li ser herêmê” hatiye rawestîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama nîqaşan de li ser rihê berpirsyariyê PYD û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê komîteya hevbeş ava kiriye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, komîteya karê hevbeş li hev civyaye û rewşa herêmê ya heyî nîqaş kiriye û di encama nîqaşan de ev biryar hatine standin:
1- Avakirina komîteyên herêmî yên hevbeş li hemû herêman.
2- Têkilî û hevkarî di navbera hemû saziyên herdû partiyan li gorî berjewendî û xizmeta gelê herêmê.