Têkildarî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî wesayîteke sivîlan ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê ku di encamê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Sûcekî din li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên plankirî yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi êriş û sûcên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû mîsaqên navneteweyî û peymanan binpê dike.
Îro di 09.11.2021’an di saetên ber êvarî de balafireke bêmirovî ya dewleta Tirk a faşîst li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir, di encamê de 3 sivilên di wesayîtê de şehîd bûn.
Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bang li aliyên navneteweyî yên garantor dikin ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan re deynin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku van sûcên şer ku dikevin xana şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, şermezar bike. Li aliyekî din jî bang li gelê xwe û tevahî hêzên demokrat dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê û binpêkirinên faşîzma Tirk di parastina xwe ya rewa de li kêlek QSD’ê bisekinin."