PYD'ê sala 2014'an li hemû gelan pîroz kir
PYD'ê sala 2014'an li hemû gelan pîroz kir
PYD'ê sala 2014'an li hemû gelan pîroz kir
Desteya Rêveber a PYD'ê sala nû li hemû gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala 2014'an bibe sala biratiya gelan li ser pirojeya xweseriya demokratîk.
Desteya Rêveber a PYD'ê bi munasebeta sala nû daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sala 2013'an ku rojên wê ku şoreşa civakî ya Rojava jiyan dikir li ser hemû astan tijî bûyerên cûda bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku PYD'ê bi armanca danasîna helwesta xwe ya siyasî bi hemû pêkhate û partiyên siyasî yên Rojava û Sûriyê civîn lidar xist. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Armanca me ji hevdîtin û civînan ew bû ku şoreşa lihevkirina di navbera me û hemû aliyan de li gorî xwestekên civaka û şehîdên Rojava bin ku ala wan hêzên parastina YPG'ê û YPJ û Asayîşê hilgirtine.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PYD'ê di sala 2013'an de bi gelek berpirsyarên welatên Rojava û Rojhilat re civiyana û şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriyar Demokratîk bi wan dan nasîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca tevlîbûna Kurdan bi şandeyeke serbixwe di civîna Cenevre-2'an de kar û xebat berdewam dikin û wiha dom kir: ''Me ji bo serkeftina hevdîtinên dawî yên li Hewlêrê û ji bo helwestek yekbûyî ya kurdan di civîna Cenevre-2 de derkeve, xebat daye meşandin. Heger hêzên navnetewî û herêmî ji bo berjewendiyên xwe ketin nava hewldanan û pirsgirêka Kurd di civînê de nekeve nîqaşan em jî wê civînê boykot bikin.''
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku PYD'ê di aliyê rêxistinî de piştî kongreya xwe ya 5'an kongreyên hemû herêman hatin lidarxistin û rêveberiya rêxistinan bi hilbijartinan hate hilbijartin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PYD'ê bi armanca danasîna projeya Xweseriya Demokaratîk gelek semîner û civînên berfireh lidarxist, her wiha gavên girîng li ser riya tevlîbûna hemû pêkhateyan di nava Rêveberiya Xweriya Demokratîk de hatin avêtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku geşedanên dawî yên li herêma Rojhilata Navîn, Sûriyê û Rojava zêde dibin û li ser vê yekê pêwîste gelê herêmê bi baldarî tevbigere da ku jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyên Sûriyê de biparêze.
Di dawiya daxuyaniyê de sersala nû li hemû gelên Cîhanê û Xirstiyanan pîroz kir û wiha hat gotin: ''Em hêvî dikin ku em dê di sala 2014'an de ji bo lezdayîna projeya Xweseriya Demokratîk xebat bikîn.''