PYD 10. salvegera damezirandina xwe pîroz kir

PYD 10. salvegera damezirandina xwe pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo bi munasebeta 10’emîn salvegera damezirandina xwe, civînek lidar xist.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya dehan endamên partiyê û hin mêvanan  bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîna Osê axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.  Osê, êrîşên komên çekdar ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û da zanîn ku gelê kurd di nava 2 salan de gelek destkeftî bidest xistine û tevî hemû êrîşan jî hemû saziyên xwe ava kirin.

Osê, da zanîn ku dem hatiye ku gelê kurd bi hemû pêkhateyên Rojava re rêveberiya xwe ya hevbeş ava bike.