Pûtîn: Di têkoşîna dijî terorê de Kurd gelekî girîng in

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, li Sûriyeyê di têkoşîna dijî terorê de Kurd xwedî girîngiyeke mezin in û pêwendiya wan a bi Kurdan re wê bidome.

Pûtîn, piştî Forûma 'Nifş û Rê' ya li paytexta Çîn Pekînê hate lidarxistin, di civîneke çapemeniyê de axivî.

Pûtîn destnîşan kir, hêzên Kurd ên li Sûriyeyê di têkoşîna dijî terorê de gelekî girîng in û got, di asta xebatê de ew ê pêwendiya xwe ya bi komên Kurd ên li Sûriyeyê re bidomînin.

Pûtîn ragihand, ne pêwîte Tirkiye ji ber vê yekê bikeve nava tirs û fikaran û anî ziman, pêwîstiya Kurdan bi çekên Rûsya bişînin nîne.

Pûtîn got, "Berevajî hin welatên din, em çekan naşînin ji komên Kurdan re. Pêwîstiya wan jî bi taybetî bi çekên em bişînin re nîne. Ji xwe çavkaniyên cuda hene ku dikarin çekan jê bigirin. Em nafikirin ku ev yek aktîfkirina vî karê pêwîstiyek be."

Pûtîn wiha dewam kir: "Bi Serokkomarê Tirkiyeyê (Recep Tayyîp Erdogan) re em li ser vê mijarê axivîn. Dema em li Soçî li hev rûniştin, qala tirs û fikarên xwe yên di vê mijarê de kir."