Prz. Erzan Kanar di rûniştina doza KCK'ê ya Stenbolê ku 122 kes jê girtî 205 kes tên darizandin de diyar kir ku, îdîaname jiber tên amadekirin û di şexsê "Operasyonên KCK'ê" de BDP û xebatên wê tên darizandin.
7'mîn rûniştina 122 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên di sala 2011'an de di bin navê operasyona "KCK"'ê de hatin binçavkirin û girtin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "di rêveberiya rêxistinê de cih digirin, li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam kir.
Leşkeran li derdorê kampusa Sîlîvriyê tedbîrên mezin girtin. Di rûniştinê de 115 girtî û parêzerên wan amade bûn. Îdîaname bi xwendinê berdewam kir. Li gel hewa sar bû jî tevlîbûnek zêde pêk hat. Di rûniştinê de parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen jî amade bûn. Rûnştinê di demjimêr 10.30'an de destpê kir. Parêzeran diyar kir ku, ji ber ku rûniştinê dereng destpê kiriye divê parastina parêzeran li şûna demjimêr 15.00'an bila demjimêr 16.00'an berdewam bike, lê Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik, ev daxwaza parêzeran qebûl nekir.
Di rûniştinê de Prz. Ercan Kanar navbera kin ya rûniştinê rexne kir û wiha got: "Ji bo parastinê 7, 8 demjimêran didin. Lê daxwaza dirêjkirina demjimêrekê qebûl nakin. Ev şaşe. 122 kes 14 mehin girtî ne. Kanar da zanîn ku, li Tirkiyeyê girtin êdî wekî rehîneyan tên girtin û wiha got: "Li gel ku delîlên şênber tunene jî siyasetmedar bi mehan bê parastin tên girtin. Li Tirkiyeyê pêdivî bi "Darizandina Standartên Bilind" heye. Ji bo darizandinek adîlane bê kirin, divê li gorî Standartên Darizandina Bilind bê kirin. Wekî nan û av pêdivî bi vê yekê heye. Divê heyeta dadgehê ji bin bandora siyasetê derkeve. Ji bo ku civak baweriya xwe ji darazê bîne divê li gorî pîvanan tev bigere. "
'DARAZ DI BIN FERMANA SIYASETÊ DE YE'
Kanar destnîşan kir ku, daraz di bin hikum û fermana siyaseta serdest de ye û wiha got: "Ji bo dozek bi awayekî adil û pîvanên standart pêk bê pêdivî bi dozger û dadgerên adilane hene. Di rojên borî de Serokwezîr Erdogan, cudahiya hêzan rexne dike. Ji ber ku dixwaze hemû darazê têxe bin kontrola xwe û bi xwe ve girê bide. Dixwaze li ser darazê serdestiyê bike. Li gorî lêkolînê herî zêde girtina siyasî li Tirkiyeyê heye. Tirkiye di nava 3 welatên sereke de cih digire. Îdîanameya ku niha tê amadekirin fotokopiya îdîanameya destpêkê ya sala 2008'ane. Ji ber ku jiber îdîanameyan amade dikin. Heta niha bi dehan îdîanameyên KCK'ê hatin amadkirin û hemû jî kopiyên hevin. Ev îdîaname hemû bi fermana hêza siyasî hatin amadekirin. Bi van operasyonên KCK'ê dixwazin BDP'ê û xebatên BDP'ê darizînin. Di îdîanameya KCK'ê ya Stenbolê de xuya ye ku, lêkolîn nehatiye kirin. Ev yek di lêpirsina xebatên BDP'ê yên 6 mehan de xuya dike. Hemû daxuyanî, meş û civînên BDP'ê kirine mijara dozê. Bi vî rengî hiqûq binpê kirine."
'SIYASET JI KURDAN RE QEDEXE YE'
Kanar, destnîşan kir ku dozger dixwaze 205 kes wekî "Endamên rêxistina çekdar" bên darizandin û îdia dike ku, akademiyên siyasetê yên BDP'ê dijzagonî ne. Kanar diyarkir ku, hikûmeta AKP'ê jî akademiyê siyasetê vedike, lê vê yekê li BDP'ê qedexe dike. Kanar daxuyand ku, dixwazin siyasetê ji erkê dewletê re serbest bikin, lê li kurdan siyasetê qedexe bikin û hemû xebatên siyasî wekî dijzagonî nîşan bidin.
Prz. Baran Dogan jî anî ziman ku, tu bingeha îdîanameyê tune ye û li ser delîlên jiberkirî hatine amadekirin.