Provokasyonên li hember HDP’ê didomin

Kesên ji bo provokasyonê ala HDP'ê ya li buroya hilbijartinê ya Reyhanliyê daxistin, vê carê li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya provokatîfî kirin.

Kesên ji bo provokasyonê ala HDP'ê ya li buroya hilbijartinê ya Reyhanliyê daxistin, vê carê li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya provokatîfî kirin.

Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên giştî yê 7'ê Hezîranê ji 2 mehan kêmtir maye. HDP di vê hilbijartinê de bi bangewaziya "Jiyana Nû" hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di nava xwe de dihewîne û bûye dengê wan. Li hemberî vê dengvedana HDP'ê hêzên provokator bi êrîşa avahiya HDP'a Serîka Antalyayê û navenda HDP'ê ya li Enqereyê dest lîstîkên qirêj kirin. Êrîşar carê li Reyhanliya Hatayê li pey provokasyonê ne.

BANGA ÊRÎŞÊ KIRIN

Hêzên provokator hewl dan di nava rojê de ala HDP'e ya li buroya hilbijartinê daxînin. Piştî vê hewldana provokatîfî li ser medyaya civakî bingeha êrîşê amade dikin. Provokator li ser malpera bi navê "Em li Reyhanli/Hatayê HDP'ê naxwazin" gotinên faşîzan li hemberî HDP'ê bi kar tînin û bi aşkerayî banga êrîşê li her kesî dike. Kesê bi navê Faîk Ezgî yê di vê malpera provokatîf de "Ez ê nehêlim ku alên HDP'ê li Reyhanliyê were daliqandin" û vîdeo û wêneyên HDP'ê diweşîne. Ligel ku welatî di şîroveyên nivîsê de dibêjin "Mafê te yê vê yekê tine ye" ew bersiva "Ez bi ti awayî nahêlim ew al li Reyhanliyê bên daliqandin" gef li her kesî dixwe.

POLÎS TENÊ TEMAŞE KIRIN

Ezgî yê ku hewl da li ber çavên xebatkarên HDP'ê ala HDP'ê daxîne bi tevgerîna hestyarî ya HDP'iyan bûyer mezin nebû û koma nîjadperest ji ber buroyê hat dûrxistin. Piştî vê yekê Ezgî û koma êrîşkar a pê re dîsa hewl dan alên HDP'ê daxin. Di encam vê provokasyonê de hin alên HDP'ê daxistin û balkêş bû ku polîs tenê temaşe dikirin. Komeleya Çerkezan a ku piştgiriyê dide HDP'ê û nûnertiya HDP'ê li dora buroyê tedbîrên ewlehiyê girtin.