Protestoyên komkujiya Roboskî dewam dikin

Protestoyên komkujiya Roboskî dewam dikin

Komkujiya Roboskî li Sakarya, Agirî, Manîsa, Mêrdînê û Dogubeyazitê bi meş û daxuyaniyan hate şermezar kirin.

SAKARYA: Xwendekarên Zanîngeha Sakarya bi daxuyaniyekî çapemeniyê kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayîn û şanoyên taxan bibîr anîn. Çalekiya ku li Salona Esentepê pêk hat bi dehan xwendekar beşdar bibûn, pankartên ku nav û wêneyên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilgirtin. Di çalekiyê de li ser navê xwendekaran daxuyanî Eylem Buca ku da diyar kir ku heya edalet pêk neyê wê aştî pêşnekeve. Bucan wiha got: “Bi operasyonên nelirêtiyê re yên AKP’ê gelek kes ji peywirên wan hatin girtin. Lê dema ku mijara gotinê dibe Kurd ne edaletiya ku 2 sale nayê çareserkirin berdewam dike. Em dizanîn ku bi sernixamdina komkujiya Roboskî, tiştên ku li Roboskî rûdayîn ji dana ji bîrkirin wê destorekî bingehîn nikare were çêkirin.”

Çalekiya xwendekaran bi qêrkirina dirûşmeyên weke “dewleta kujer wê hesab bide” bi dawî bûn.

AGIRÎ: Li Agirî xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Çiyayê Azad Agirî (AODER) ku ji aliyê xwendekarên li Zanîngeha  Agirî a Îbrahîm Çeçen ve hatiye damezrandin di bin pêşengiya wan de meşek hat lidarxistin. Xwendekarên ku beşdarî meşê bûn li pêş kantiniya navendê civiyan heya Fakrîkaya Şekerê meşiyan.
Di meşa ku hate kirin de Parlementerê BDP’ê yê Agirî Halîl Aksoy, Hevserokê BDP’a Bajarê Agirî Halef Keklîk û rêveberên partiyê li gel hejmarekî zêde a xwendekaran tevil bûn. Di meşê de pankartên weke “hêsrên çavên dayikan wê kujeran bi xenîqînin” û li gel doviz û wêneyên kesên li Roboskî  hatîn qetil kirin û sindoqên solan hatin hatin hilgirtin.

Di dawiyê de jî navê 34 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn hatin xwendin. Daxuyanî bi tîlîliyan û dirûşmeyan bi dawî bû.

DOGUBAYAZIT: Li navçeya Agirî dogubayazitê bi pêşengiya Rêxistina BDP’a navçeyê de bi boneya duwemîn salvegera komkujiya Roboskî meşek li darxist û daxuyanî pêk anîn.
piştre koma ku cardin vegeriya pêş avahiya partiyê ji bo bîranîna yên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayîn deqek rêzgirtin pêk anîn.
Li vir Hevserokê BDP’a Navçê Cemîl Rizaoglullari axaftinek kir. Rizaogullari diyar kir ku li rexmê di ser komkujiyê re du sal jî derbaz bûye heya niha ti lêpirsînek yan jî girtinek ne hatiye kirin.

MÊRDÎN: Baroya Mêrdînê bi armanca bibîranîn yên ku di komkujiya Roboskî de jiyan xwe ji dest dayîn û şermezar kirina komkujiyê li pêk Konaxa Hikûmetê daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anîn. Daxuyaniya ku parêzvanên Baroya Mêrdînê beşdar bibûn, Serokê Baroya Mêrdînê Azad Yildirim ku axivî got ku, “di serî de ji bo malbata Mîran Encu ku di duwemîn salvegera komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî sersaxiyê di xwazîn. Wefata Mîran Encû berdewama komkujiyê ye. Roboskî du sale ji bo edaletê tekoşîn dike.”

MANÎSA: Li navçeya Manîsa Turgutluyê bi rêveberiya BDP’a Turgutluyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskî li pêş avahiya xwe daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniya ku hate kirin de li gel hejmarekî zêde ya kesên ku beşdar bibon, Serokê BDP’a navçeya Turgutlu Sellahatîn Dagli û rêveberên navçeya HDP’a navçeya Turgutlu jî piştgirî dan.