Prof. Steinbach: Bihara Ereb bi bihara Kurdan ve girêdayî ye
Prof. Steinbach: Bihara Ereb bi bihara Kurdan ve girêdayî ye
Prof. Steinbach: Bihara Ereb bi bihara Kurdan ve girêdayî ye
Yek ji pisporên Rojhilata Navîn ê Ewrûpî Prof. Dr. Udo Steinbach, ku ji bo biryara KCK'ê ya vekişîna hêzên gerîla gotibû "Gaveke Dîrokî", da xuyakirin ku aştiya Kurd dê bandorê li herêmê bike. Prof. Steinbach ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir, ku pêvajoya demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn a weke "Bihara Ereb" tê bi nav kirin, bi "Bihara Kurdan" ve girêdayî ye.
Prof. Dr. Steinbach, ku demeke dirêj serokatiya Înstîtuya Şar a Elman kir, daxuyaniya KCK'ê ya li ser vekişîna hêzên gerîla ya ji nava sînorên Tirkiyê, ji ANF'ê re nirxand. Prof. Steinbach diyar kir, ku aliyê Kurd bi vê biryara xwe re ji bo pêvajoya çareseriyê ji dilbûyîn û cidiyeta xwe nîşan daye û weha peyivî:
"Ev biryara PKK'ê ya dîrokî ji du aliyan ve gelekî girîng e. Yekemîn: Di vê pêvajoyê de rol û hêza Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de careke din xuya kir. Ya duyemîn jî: Aliyê Kurd bi vî rengî xwe ji danûstandinan re amade kir. Pêvajoya ji niha û pê ve bi gavên hikûmeta Tirk bavêje ve girêdayî ye. Karneya AKP'ê û Erdogan di vê mijarê de ne baş e. Pêvajoya demokratîkbûyînê ya di sala 2008-2009'an de destpê kir, di sala 2011'an de xetimî, Erdogan bi gotinên netewperestî sor bû, xwe avêt hembêza nasnameya Tirk. Eger daxwazên aliyê Kurd neyên bicih anîn, hingî pêvajo dikare bixetime û em dikarin careke din bi rewşeke weha re rû bi rû bimînin."
"DI 8'Ê GULANÊ DE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ WÊ TÊKEVE RÊYA XWE"
Prof. Steinbach da xuyakirin, ku di 8'ê Gulanê de bi vekişîna hêzên gerîla ji nava sînorên Tirkiyê, dê pêvajoya çareseriyê bikeve rêya xwe û xaleke girîng wê çareser bibe. Steinbach got, "Divê mirov vê carê bi çavekî erênî lê binêrin. Pêvajoya vê carê hem gelekî cûda ye, hem jî eger Erdogan dixwaze di sala 2014'an de bibe Serokkomar an Serokdewlet, pêwistiya wî bi piştevaniya Kurdan heye. Polîtîkaya wî ya şaş a der heqê Kurdan de bû sedem ku di hilbijartinên dawî de dengê Kurdan wenda bike."
Zanyarê Elman diyar kir, ku çareserî û aştiya Kurdan wê bandorê li tevahiya herêmê bike û anî ziman; "Li Sûrî divê Kurd destpêkê bibin yek. Zehmet e mirov ji niha ve pêşdîtina pêşeroja Sûrî bikin. Lê divê Kurdên li vê derê bibin yek deng û di daxwazên xwe de biryardar bin."
Prof. Steinbach da xuyakirin, ku çareseriya Kurd a li Tirkî û Sûrî, yekser pêwendiya xwe bi pêvajoya li welatên Rojhilata Navîn û Ereb ên bi navê "Bihara Ereb" heye û di vê mijarê de ev şîrove kir: "Bihara Kurdan nebe, bihara Ereban jî nabe, ev herdu pêvajo bi hev ve girêdayî ne. Bihara Kurd dikare rewşa xetimandî ya bihara Ereb jî çareser bike. Ji bo bihara Kurdan jî hînê rewşeke xumamî heye. Li gel zelalnebûna rewşa Kurdên li Tirkî û Sûrî, rewşa Kurdên li Îranê dijîn jî hînê nehatiye rojevê. Li Iraqê jî, Kurdan hînê biryara xwe nedane. Gelo wê rêveberiyeke otonom hilbijêr e, ji hikûmeta Iraqê qut bibe? Vana hemû hînê xumamî ne. Ji bo bihara Kurdan sîwana hêviyê vebûye, lê çareseriya Kurd a li çar welatan ku wê demokratÎkbûyînê yekser diyar bike, xwedî rêyeke dûr û dirêj e."
"KURD DI RÊYA YEKITIYA EWRÛPAYÊ DE XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG E"
Prof. Steinbach destnîşan kir, ku Yekitiya Ewrûpa û bi taybetî jî Elmanya dikare di aştiya Kurd de roleke mezin bilîzin û got, "Endametiya Tirkiyê ya li Yekitiya Ewrûpayê di salê dawî de xetimî, ti xalên danûstandinan ên nû venebûn, di xalên vekirî de jî ti pêşketin rû neda. Bi heman rengî, hikûmeta AKP'ê di salê dawî de guhê xwe neda demokratîkbûyîn û reformên Yekitiya Ewrûpayê. Di vê nuqteyê de, çareseriya Kurd dikare vê rewşa xetimandî ya pêvajoya endametiya Yekitiya Ewrûpayê veke. Dikare rûyê Tirkiyê careke din bizîvirîne ber Yekitiya Ewrûpayê. Kurd di rêya Yekitiya Ewrûpayê de xwedî roleke girîng e."
PROF. UDO STEINBACH KÎ YE?
Prof. Dr. Udo Steinbach, di navbera salên 1971-1975'an de li Weqfa Siyaset û Zanistiyê de beşa Rojhilata Navîn bi rê ve bir, ji sala 1976'an heta 2006'an jî serokatiya Înstîtuya Şark a Elman ku navenda wê li Hambûrgê ye, kir. Steinbach, di sala 2007'an de li Înstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn a GIGA de xebitî û hînê li Zanîngeha Marbûrgê, di Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn û Nêzîk de weke hîndekar wezîfeyê dike.