Polîsê Ûgûr Kûrt qetil kir qaşo gule berdaye hewayê!

Polîsê Ûgûr Kûrt qetil kir qaşo gule berdaye hewayê!

Polîsê ku di dema merasîmeke cenaze ya li Cemxaneya li Okmeydani Ûgûr Kûrt qetil kir, di îfadeya xwe de îdîa kir ku wî gule berdaye hewayê. Polîs her wiha îdîa kir ku dema bihîstiye Kûrt miriye, psîkolojiya wî xera bûye.

Di lêpirsîna bûyera qetilkirina Ûgûr Kûrt de, piştî çend mehan detayên îfadeya polîs S.K. derket holê.

Dozgeriya Komarê ya Stenbolê, di 21'ê Tebaxê de îfadeya polîsê bersûc girt. Polîs S.K. diyar kir ku di dema qetilkirina Kûrt de wan dest li çalakiya li derveyî qanûnê werdidan, maşîna wan a zirxî ya ew tê debûn rastî molotof kokteylê hatiye û îdîa kir ku dema ji wesayîtê peya bû, komeke rûpêçandî ya li jêrê kolanê bi molotof kokteylan bi ser wan de hatiye. Polîs S.K. di îfadeya xwe de anî ziman ku polîsê weke 'Kekê Ş.' pênase dike dest avêtiye çeka xwe, lê belê ji ber ku li destê wî şewat hebûye nekariye biteqîne û li ser vê yekê wî çeka xwe kişandiye û gule reşandiye. Polîs S.K. îdîa kir ku wî gule berdaye kesekî hewl dida molotofê biavêje wan û diyar kir ku molotofa li maşîna zirxî ketiye zêde bandor li wî nekiriye, bedena wî neşewitiye.

Kujerê Ûgûr Kûrt polîs S.K. îdîa kir ku piştre wî gule li hewayê reşandiye û bi nakokiyên di îfadeya xwe de bal kişand. Li ser pirsa 'di dema gulereşandinê de ekîbeke din li cihê bûyerê hebû yan na' polîs S.K. got, "Li pişt me wesayîta şortland hebû. Lê belê min ew wesayît nedîtibû. Û li nuqteya min gule reşand, min polîsên li maşîna zirxî ya Emniyeta Kagithaneyê wezîfedar, nedîtibû." Her çend di dîmenan de fermana 'bernede' tê bihîstin jî, S.K. îdîa kir ku kesî ew hişyar nekiriye ku fîşekê bernede.

Polîs S.K. îdîa kir ku ew xemgîn e ji ber kesekî eleqeya xwe bi bûyeran re nîne jiyana xwe ji dest daye û di dewama îdîayên xwe de anî ziman ku dema bihîstiye Kûrt jiyana xwe ji dest daye, psîkolojiya wî xera bûye. 

Piştî wergirtina îfadeya polîsê kujer S.K. parêzerê wî Tolga Yûrdakûl diyar kir ku mercên xwe parastina S.K. hebû û xwest lêpirsîn neyê kirin, eger doz bê vekirin jî muwekîlê wî polîs S.K. bi awayekî ne girtî bê darizandin.