Polîsan meşa li Edeneyê asteng kir

Polîsan meşa li Edeneyê asteng kir

Li Edeneyê deh hezaran kedkarên ku xwestin bimeşin avahiya AKP’ê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Gel dê heta sibehê li Parka Ataturk bimînin, berxwedana xwe bidomînin.

Gelê Edeneyê ji bo piştgiriyê bide berxwedana Taksîmê bi rojane li kolana ne, ji Parka Ataturk ku qada jiyanê lê avakirine xwestin bimeşin avahiya AKP’ê. Meşa deh hezaran kesan bibendên polîsan hate girtin.

Kedkaran bisloganên “Hikumeta îstifa”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “silav silav ji Taksîmê re hezar silav” qîrkirin û li ser rêya Ataturk meşiyan.

Rêya deh hezaran kedkaran li ser Rêya Kasim Gulek hate girtin. Muzakereyên li gel polîsan jî encam negirtin.

Gel li ser Rêya Gazî Paşa ber bi Parka Gezî ya Ataturk ve şûnde vegerî. Hate dîtin ku, kolan ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin, gel plan dike berxwedana xwe îşev li Parka Ataturk bide berdewam kirin.