Polîsan li Nisêbînê 6 jin destgîrkirin
Daraza Tirk bi hinceta ku di dîmenên têkildarî berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê de 6 jin ‘tesbît kirine’ destgîr kirin.
Daraza Tirk bi hinceta ku di dîmenên têkildarî berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê de 6 jin ‘tesbît kirine’ destgîr kirin.
Dewleta Tirk di navbera sala 2015-2016’an de bi taybet Cizîr, Sûr û Nisêbînê şewitandibû û hilweşandibû, bi sedan kes jî qetil kiribû.
Li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk berxwedana xwerêveberiyê hatibû kirin. Piştî 4 salan û şûnde 6 jin li Nisêbînê hatin girtin.
Têkildarî dîmenên têkildarî qedexeya derketina derve ya 14’ê Adara 2016’an hate îlankirin, lêpirsîn hate destpêkirin. Hate ragihandin ku bi vê hincetê jin hatine girtin. Midûryeta Emniyeta Mêrdînê li ser mijarê daxuyanî da.