Polîsan li Gebzeyê dîsa êrîşî dayikan kirin

Çalakiya dayikan a li Gebzeyê di roja 26’an de ye. Polîsên ku nikarina berxwedana dayikan bişkînin, dîsa êrîş kirin.

Berxwedana dayikên girtiyan û aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze ji bo xwedî li berxwedana 7 hezar girtiyên li dijî tecrîd ketine grevê derbikevin dabûn destpêkirin di roa 26’an de ye. Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tevlî çalakiya îro bû. Çalakiy ku bi dehan dayik tevlî bû, nîqaşa di navbera polîs û Daniş de derket diyar kir ku bê ka çawa êrîşên li ser dayikan ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşrûkirin.

Beştaş bi gotina “Hûn li ser navê cemaweriyê kar dikin, ez nûnertiya 81 milyon welatiyên Tirkiyeyê me. Ne tenê yên ez hilbijartî, li welatekî demokratîk dewletek neçare ewlekariya ruhî ya gel, mafê jiyanê, azadiya raman û îfadeyê pêk bîne. Li gel me dayik hene. Girêdana dayikan a ji bo zarokên wan, israra wan a li ser vê mijarê ti dewlet nikare asteng bike.”

Di dema axaftina Beştaş didomiya de polîs fermana dorpêkirinê da.

Polîsên ku nikarîn berxwedana dayikan bişkînin, êrîş kirin. Kesek destgîr kirin.