Polîsan êrîşî endamên Malagel kirin: 18 binçavî

Polîsan êrîşî endamên Malagel kirin: 18 binçavî

Endamên Malagel yên ji ber sedema 81’mîn salvegera Malêngel xwest meşê pêkbînin, rastî êrîşa polîsan hatin û 18 kes hatin binçavkirin.

Bi sedan kesên li ber Belediye Îş-Han ya Îzmîtê kombûn, ji ber sedema 81’mîn salvegera Malêngel xwest meşekê pêkbînin.

Polîsên ku rêya Hurriyetê girtin destûr nedan meşê. Li ser vê yekê di navbera meşvan û polîsan de rageşiyê destpêkir. Piştre polîsan bi gaza bîberê û copan êrîşî girseyê kir. Nijadperestên derdor jî piştgirîdan êrîşa li dijî girseyê.

Di nav de Seroka Malagel ya Saraybahçe Mîhrîcan Atalay jî heyî 18 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Balkêş bû ku, dema endamên Malagel hatin binçavkirin komek ya nijadperestên faşîst bi pên û kulman êrîşî wan kir.

Girseya ku belavî nava kolanan bûn, li Parka Sabrî Yalim kombûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşa polîsan ya nijadperestên faşîst şermezar kirin, xwest yên hatine binçavkirin serbest bêne berdan.

Piştî daxuyaniyê girseyê biçepikan ber bi Belediye Îş-Hanê ve meşiyan.