Polîsan êrîşî ciwanên gotin, ‘ne întihar e cînayet e’ kirin

Ciwanên girêdayî rêxistinan ji bo protestokirina bûyerên întiharê yên  demê dawî li nava xwendekarên zanîngehê de bela bûne, li Stenbolê çalakiyek kirin. Polîsan êrîşî ciwanan kirin li 7 kesan dan û destgîrkirin.

Ciwanên girêdayî rêxstinên cuda piştî Sîbel Umît întiharkirina xwendekarê zanîngehê beşa peywendiyan Hakan Taşdemîr û şûnde li Kadikoyê xwestin çalakiyekê lidar bixin.

Ciwanan bi dirûşima ‘Ne întihar e, cînayet e’ û pankartên ‘Bi tenê rizgarî nîne, em bi hev re’ vekirin û ji semta Yeldegirmenî xwestin ber bi Atolyeya ku peykerê ga lê ve bimeşin. Li ser vê polîsan pêşiya wan girtin.

Polîsan xwestin ciwan bêdeng bimeşin, li ser nepejirandina vê ya polîsan bi hêzê çewîk dor li ciwanan girtin. Li ser vê ciwanan dirûşma ‘Li dijî faşîzm mil bi mil’ qîr kirin gotin: “Kirîz hûn in, berxwedan em in. Ji bo siberojeke hê baştir têkoşînê bidomîne.”

Piştî axaftinan û şûnde polîsan êrîş bir ser ciwanên meşiyan, li 7 ciwanan dan û destgîrkirin. Her wiha polîsan rê neda ku xebatkarên çapemeniyê jî dîmen bikişînin.