Polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Rojava û Şengalê kirin

Polîsan li Stenbolê êrîşî HDP’yiên ku dixwestin êrîşên li ser Şengalê û Rojavayê protesto bikin.

Polîsan endam û rêveberên Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Stenbolê ku dixwestin êrîşên balefirên şer ên Tirk ên bi ser Şengal û Rojavayê protesto bikin, asteng kirin. Polîsan pêşiya avahiyê bi TOMA û wesayîtên zirxî girt, bi guleyên plastîk êrîşî siyasetmedarên ku pankarta “Bila êrîşên li ser Şengal û Rojava bisekine; ne şer çareseriya demokratîk” hildabûn kirin. Di êrîşê de jimêryarê HDP’ê Mahmût Çanli ji piyê xwe birîndar bû.

POLÎS: HÛN JI XWE RE LÊ BIDIN, HÛN JI XWE RE BILÎZIN

Hevseroka Bajêr a HDP’ê Esengul Demîr bi Gerînendeyê Emniyetê yê Beyoglûyê Îsmaîl Kiliç re kete nîqaşan û gerînendeyê emnîyetê got: “Heke hûn ê daxuyaniya çapemeniyê bidin li hundir bidin. Hûn ji xwe re lê bidin, hûn ji xwe re bilîzin”. Polîsan car caran siyasetmedar dehf da û xwest wan têxin hundirê avahiyê. Girseyê dirûşmên “Gelê Şengalê ne bi tenê ye”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” berz kir û bi saetan ji ber deriyê avahiyê veneqetiya.