Polîsan êrîşên konê çalakiyê kirin
Polîsan li kolana Yuksel a Enqerê êrîşê konê çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin.
Polîsan li kolana Yuksel a Enqerê êrîşê konê çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin.
Di roja 186 a tekoşînê û roja 66 an ya greva birçîbûnê de polîsan êrîş birin ser konê çalakiyê û 13 kes binçavkirin.
Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne; Sekreterê giştî yê PSAKD’yê Turgay Ozkan, Ercan Aksakal, Bayram Ozkan, Şenay Keçecî, Bîrkan Ozkan, Yasîn Durak, Mehmet Mutlu, Kamuran Akin, Kazim Şîmşek, Metîn Canpolat, Rezan Şengûl û du xwendekarên navê wan nehat zelalkirin hene.
Polîsan duh jî êrîşê konê çalakiyê kiribû û 4 kes binçav kiribû.