Polîsan êriş birin ser xwendekaran: Nêzî 100 kes hatin destgîrkirin

Xwendekarên ku cihekî nabînin xwe lê bistirînin, li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Li Stenbol û Îzmîrê di êrişa polîsan de bi dehan xwendekar hatin destgîrkirin.

Xwendekarên ku wargeh bi destê wan nakeve ku xwe lê bistirên, bi rê û rêbazên cuda hewl didind dengê xwe bidin bihîstin. Bi vê armancê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Li Stenbolê xwendekaran di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî buhabûna kirê û wargehan dan. Xwendekaran xwestin çalakiya xwe ya li Parka Modayê di roja heyştemîn de dewam bikin, lê belê polîsan êriş birin ser xwendekaran.

Halkevlerî li ser tevna dîjîtal daxuyahniyek da û diyar kir ku 50 xwendekarên zanîngehê hatine destgîrkirin û got, "Stirandin mafekî bingehîn e, yên hatine destgîrkirin bila tavilê bêne berdan."

Li Îzmîrê jî polîsan êriş birin ser xwendekaran. Li navçeya Bûcayê li Parka Hasan Aga çalakiya xwendekaran hebû. Polîsan êriş birin ser çalakiya razana li kolanê û nêzî 50 xwendekar bi lêdanê destgîr kirin.

Li Dersimê doh êvarê 6 xwendekar ji Wargeha Xwendekarên Keç hatin derxistin. Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.