Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma ‘Hevserokatî Xeta Me Ya Mor e’ li dijî qeyûman li 5 bajaran hemwext çalakî kirin.
Di çarçoveya çalakiyan de bi tevlîbûna Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş li ser Rêya Tûnali Hîmî jinan xwestin meşekê bikin. Beriya meşê li Parka Kûgûlû hêzên çewîk dor li jinan girtin û berî çalakî destpê bikin êrîş bire ser wan. Polîsan 10 jin destgîrkirin. Polîsan di dema destgîrkirinê de pankarta ‘Hevserokatî Xeta Me Ya Mor e’ çirandin Parlementera HDP’ê Beştaş û hevseroka bajar Zeyno Bayramoglû jî darb kirin. Di vê navê de gotinên amîrê polîsên çewîk ên mîna ‘Ez ê hişê te bibim’ a ji bo Bayramoglû kir, bal kişand.
Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Zeyno Bayramoglû, Asli Bayramoglû, Bedriye Irmak, Emîne Kaya, Betul Koca, Asli Viyan Saraç, Bîrsen Kaya, Sîbel Polat.