Polîsan avêtin ser navenda HPD’ê ya Osmaniye

Li Osmaniyeyê di çarçoveya operasyonên li ser HDP’ê de polîsan avêtin ser avahiya HDP’ê ya navenda bajar.

Di saetên serê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ve hatibû destpêkirin de polÎsan li navenda Osmaniyeyê avêtin ser malên HDP’iyan. Di serdegirtina malan de polîsan Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn û rêveberên HDP’ê yên bajar Celal Aydin, Mehmet Yildirim, Osman Atîlla û Devran Demîr bi hinceta “endamtiya rêxistinê” destgîrkiribûn û piştre Aydin, Yildirim, Atîlla û Demîr hatibûn berdan.

Hat hînbûn ku di çarçoveya heman operasyonê de polîsan avêtiye ser Avahiya HDP’ê ya bajar û piştî ku deriyê avahiyê şikandine ketine hundir û li avahiyê lêgerîn pêk anîne.

Her wiha Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn jî hê destgîrkirî ne.