Polîsan avêtin ser avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî

Polîsên Tirk avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya ku beriya niha bi biryara dadgehê hatibû girtin û derî hatibû mohrkirin.

Li Tirkiyeyê, di dîroka çapemeniyê de bûyereke nû qewimî. Polîsên Tirk avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê, ku di 16'ê Tebaxê bi biryara dadgehê hatibû girtin û deriyê wê jî hatibû mohrkirin. Polîsên Tirk ji bo deriyê hatiye mohrkirin careke din mohr bike, avêtin ser avahiyê.

Hêzên dewleta Tirk di destpêkê de bi wesayîtên zirxî dor li avahiya rojnameyê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê girtin, piştre mohra li derî rakirin û ketin hundir.

Polîs û ekîbên maliyeyê raporê li ser eşyayên li hundir amade dikin. Piştî amadekirina vê raporê, tê payîn ku careke din derî mohr bikin.