Polîs li pêşiya meşa Amedê bûn asteng
Polîs li pêşiya meşa Amedê bûn asteng
Polîs li pêşiya meşa Amedê bûn asteng
Girseya ku dixwest beşdarî mitinga ku bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” ya di bin pêşengiya BDP’ê de pêk di hat bibin de li ber avahiya KCD’ê meşiyan rastî astengiya polîsan hatin.
Polîsan ji ber îdîaya ku,"pankartên ji derveyî zagonê " hilgirtîne li ber Qada Turgut Ozal bend danî li pêşiya girseyê. Polîsan xwest ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ku li ser ji 11. Kongreya PKK’ê re silav hatîn şandin danin xarê. Wek her carê disan rê neda girseyê û li pêşiya meşê anos dan.
Di nav bera nûnerên BDP’ê û polîsan de hevtîtin berdewam dikin.
Li derdora qada meşê dorpêça polîsan heye. Li qada ku meşê lê were kirin de du aliyên wê di rewşa dorpêça polîsan deye. Her wiha li derdora qadê de gelek TOMA û maşîneyên akrep hatine bi cih kirin.